Cîhan

Têkeliyên Tirkiye û Kurdistanê ber bi başbûnê ve diçin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 28.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mihemed Akîf konsulê giştiyê Komara Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê ku, bi minasibeta bidawîhatina wezîfeya wî weke konsulê Tirkiyeyê li Kurdistanê û xatirxestinê serdana serokwezîr kirbû, û şandeya pê re kir.Akîf ji bona wê piştgirî û hevkariya di nav van çar salên kakrkirina wî de li herêma Kurdistanê pê re hatiye kirin sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera Hewlêr û Anqereyê kir.Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku, Akîf di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be û sipasiya wî kir ku di dema kirina xwe de li herêma Kurdistanê karên xwe bi baştirîn awayî biencam gihandine û, herwesa, sipasiya hevkarî û alîkariyên hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji lêqewmiyên erdhejê re şandibûn.Serokwezîr got ku Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên dostane yên bi Tirkiyeyê re dide û hêvî xwest ku ew têkeliyên bihêz yên di nevbera Hewlêr û Anqereyê hebûn, bi hewlên her du aliyan bo rewşa berê vegerin.

Back to top button