Cîhan

Nameyek ji wezîrê derve yê Çînê digehe serokwezîrê Kurdistanê

Konsulê giştiyê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê serdana serokwezîrê Herêma Kurdoistanê kir û peyameke Wang Yi wezîrê derve yê Çînê gihand serokwezrê Kurrdistanê ku di wê peyamê de, wezîrê karê derve yê Çînê tekîdê li têkeliyên navbera Hewlêr û Pekînê dike û dixwaze ku ew aramiya vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye bê parastin û, dûr ji pevçûnan, bi rêya diyalogê û li gor destûra Îraqê hemû pirs bên çareserkirina û mafê hemû pêkhateyên bê garantî kirin.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 28.11.2017ê li bajrê Hewlêrê pêşwazî li Tan Bangilîn konsulê giştiyê Çînê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û şandeya mêvan nameya wezîrê derve yê Çînê ginad serokwezîr.Di civînekê de, pêşhatên dawiyê yên herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin û tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên Hewlêr û Pekînê hat kirin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya peyama wezîrê derve yê Çînê kir û rola konsulê Çînê li herêma Kurdistanê ku bi baştirîn awayî lêxebitiye têkeliyên Hewlêr û Pekînê ber bi pêş bibe bilind nirxadn û tekîd kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên baş, bi taybetî diwarê aborî û sermayerazandinê de digel Çînê hebin.Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku Herêma Kurdistnê hertim amadeye pirsgirêkan bi Bexdayê re bi diyalog û li gor destûra Îraqê çareser bike.

Back to top button