Polîtîk

Têbiniyek..!

Nûçeyek malpera girêdayî PKKê di ANFê de hate weşandin.

Destpêka Nûçeyê wahaye: ” Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk encamnameya konferansa bi navê “Girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurd” ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê bi armanca yekitiyê ber bi aştiyê ve” pêk hat eşkere kir. Daxuyaniya ku li ber tirba Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîdê hat dayîn, bi Kurdî ji aliyê Dîba Keskîn û bi Tirkî jî ji aliyê Orhan Ayaz ve hat xwendin.

Di encamnameya konferansa bi serenavê ‘Girîngiya Yekîtiya Kurdan’ a ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve hat organîzekirin de hat ragihandin ku ev yek bi kesayetên weke Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Şex Seîd, Seyîd Riza û Leyla Qasim ve girêdayî ye. Di deklarasyonê de hat gotin, “Konferansa me tevî hemû astengiyên hundir û derve, di tevahiya dîroka têkoşîna gelê me de ruh, vîn û daxwaza Yekitiya Neteweyî zindî hiştine, hemû pêşeng, sazî û kesayetên Kurd bi minetdarî û rêzdarî bibîr aniye. Biryardarî û îradeya pêkanîna yekitiya me ya neteweyî ku xeyala wan e, teqez bi têkoşînên wan ên lehengiyê bi rê ve biriye, nîşan daye.”

Bila ev dezgeh, partî, komele yan jî kesên PKKê ve girêdayî û Ocalan wek serokê xwe bi nav dikin bi navê Netewî tu hewldana nekin. Dema hun vê dikin xwe têxin rewşek xirab de .

Ocalan ne kurdbûna xwe û deklere kiriye û bi hemû awayî inkara Neteweya Kurd dike û Kurda wek neteweyekî nabîne. Eger hun ji derê Ocalan û gotinên wî, hewldidin ku beşek ji tevgera azadixwaz a Kurdistanî bin û rastî tevgerek netewî li darbêxin, ev cihê rêzê ye. Lê wek din tenê ji bo xapandina xelkekî xwe neyxin rewşek pêkenok de.

Ocalan reda hemû rêber û nirxên netewî yê Kurda dike. Gelek gotinên xwe de heqaretê li wan dike. Ev bi dehê caran ji aliyê Ocalan vehatiye kirin. Hun vê yekê dizanin. Yan hunê xwe ji koletiya fikrî ya Ocalan û PKKê xilas bikin, yan kesek baweriyê li vê durûtiya we nayne.

Berê xwe bidinê Ocalan manifestoya ku ji kongreya 12mîn a PKKê re rêkirî de dibêje ku, Civata Kurda “wek Civatek Sergoy e” herweha ji bo Kurda gotinên “goristan” û “bermahiyên çandî” bi kartîne.

Veca hun rabin behsa mafên netewî bikin nabe. Ya baş ewe ku, li xwe mukur werin rastiya xwe bibînin û xebatekî li ser xetek netewî û Kurdistanî bikin..

Back to top button