Têbiniyek..! 3

Eve demek e projeya “Tirkiye ya Bê Teror” di rojevê de ye. Bila kesek xwe nexapîne û vê pêvajoyê de rastiya ku heyî bibîne. Taybetî aliyên siyasî gerek hewlbidin rastiya pêvajoya ku, dewletê destpêkirî baş binirxînin.
Di destpêka vê pêvajoyê de heta niha, helwesta PKKê ne zelale. Ocalan a xwe got, lê daxûyaniyên berpirsên PKKê her çikas dibêjin ku, helwesta “serokatiyê”esas e, ne zelalin.
Nûçeyek balkêş di medya PKKê ANFê de derket. Weşandina vê nûçeyê di vê dema ku, zirna aştiyê diqêre gelekî balkêşe.
Nûçe bi temamî wehaye:
HPG-NRÇ daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji 24’ê Tîrmehê heya 7’ê Tebaxê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.
Di daxuyaniyê de ev hûrgûlî hatin parvekirin:
“- 24’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Sinînê ya herêma Xakurkê 4 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.
– 25, 27, 28 û 30’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Berê Zînê ya herêma Xakurkê 22 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
– Di navbera 24’ê Tîrmehê – 3’yê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 32 caran bi çekên giran û hewanan hatin bombebarankirin.
– Di navbera 27’ê Tîrmehê – 7’ê Tebaxê de li ser Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê liv û tevgera keşfe ya ÎHA û SÎHA’yan hebû.
– Di navbera 24’ê Tîrmehê – 7’ê Tebaxê de li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi armanca dagirkirinê rê hatine çêkirin.
– 23, 24, 26, 27 û 28’ê Tîrmehê banga teslîmbûnê li hêzên me yên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hate kirin.”
Başe dema aliyek şer hebe û ev yek ji aliyê PKKê ve tê ragihandin, behsa kijan aştiyê tê kirin? Wek din ma gelo PKK xwe fesih nekiriye? HPG ne rêxistina çekdarûn PKKê ye. ?
Tê zanîn gelek faktorên ku behsê nayê kirin, di vê pêvajoyê de hene. Yanjî ji aliyê dewleta Tirk û Ocalan ve leyiztikek din di rojevê de ye. Kesek behsa faktora Îranê nake. Bakur û rojava tê behs kirin lê Îran muamaye.
Heta çekdarên PKKê li başûrê Kurdistanê ji dev çekan bernedin tu wateya devjêberdana çekan tuneye.
Heta navê PKKê di rojevê de hebe tu wateya fesihkirina PKKê tuneye.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gavek vekirî tê avêtin û hewldana entegrasyon a (Helandina) Kurdan civata Tirkiye re tê kirin.
Lê kêmasî li bakur bêdengkirina çekan û fesihkirina PKKê ji bo Tevgera azadixwaz a Kurdistanê warek erênî peyda dike.. Veca divê Kurd sudê ji vê bigrin.


