Têbiniyek…!

Hat ragihandin ku, aliyên siyasî li rojhilatê Kurdistanê, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” avakirine.
Aliyên ku di vê hevpeymaniyê de cihgirtine evin:
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
Di rastiya xwe de her dema ku, mirov yekitiyekî yan jî hevkariyekî di nava hêzên Kurdistanî de tê avakirin dibîne, dibe cihê dilxweşiyekî. Lê carna tê xûyakirin ku, her hevkarî yan jî hevpeymanî li gel xwe tiştên baş nayne. Rewşa Kurdistana Rojhilat gelek taybet e. Ji bilî hêzek ji van hêzên ku, hevpeymanî li darxistinê, kurdin û Kurdistanîne. Hevpeymaniya wan gelekî gavek erêniye.
Lê Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) beşek e ji PKKê û ne partiyek Kurdistaniye. Ew dê li gora fermana Ocalan tevbigerin û em dizanin ku, Ocalan ji vê rêxistinê xwestiye ku, ” di van bûyeran de neyên leyistika Amerika û Îsrail pişgiriya rejima Îranê bikin.”
Heyîna PJAKê di serî de delileke ku dê ne başbe. gerek Tevgera Azadîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê heta niha ev rêxistin naskiribe û bizanin ka di xizmeta kî dike.


