Tê payîn ku di nava hefteyekê de pêk were: Navên Heyeta Îmraliyê kifş bûye
![](/wp-content/uploads/2019/06/imrali-ocalan.webp)
Piştî ku serokê MHPê di parlementoya Tirkiye de merheba dayî berpirsên DEMê û destê wan hejandî pêde pêvajoya ku” Ocalan bê azadkirin û banga fesihkirinê” ji bo PKKê bike destpê kir.
Li ser vê yekê gelek nirxandin hatin kirin ê şiroveyên cur bi cur hatin kirin. Lê dixweyê dewlet vê pêvajoyê gelek bi hesasî rêve dibe û hevdîtina li gel Ocalan dike. Hinek kes vê pêvajoyê wek”çareseriyekî” dinirxînin, lê rastî ev pêvajoya fesihkirina PKKê û bi awayekî azadkirina Ocalan e. Dixweyê hêdî pêwistiya “dewleta kûr” jî li PKKê nemaye.
Cara ewil parlementerê Rihayê û birazîyê Abdullah Ocaln, Omer Ocalan serdana mamê xwe kir ê di parlementoyê de bahsa hevdîtina xwe û Ocalan kir. Balkêşe ku tiştên Omer Ocalan gotîn ê peyamên qendîl didin bi temamî li dijê hevin.
Herî dawî berpirsên DEMê daxwaza hevdîtina Ocalan kirîbûn, li gor agahiyên ku hatine bidestxistin serdan dê di nava hefteyekê de pêk were. Hate diyarkirin ku dê Alîkarê Serokê parlemento ya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEM’ê Siri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan beşdarî serdanê bibin û ger pêvajo bidome dibe ku di serdanên piştre de ev nav bên guhertin.