Cîhan

TDS: 100 dolarê Amerikî wê bibe 790 lîreyên tirkî

Li rojên dawî de benqayên hikûmiyên tirkiyê dest xistine nava bazara diravên biyanî û dixwazin vê bêqîmetbûna lîreyê tirkî beranber dolarê rawestînin.

Li beranber vê helwdanên dewleta tirkiye, aborînasên biyanî jî di derbarê lîreya tirkî de pêşbîniyên xwe eşkere kirine. Yek ji wan saziyan jî rêxistina Toronto Dominion Securities (TDS) ya Kanadî ye û li gor pêşbîniya vê rêxistinê wê heta dawiya sala 2020 100 dolarên Amerîkî wê bibe 790 lîreyên tirkî.

Her çende rêxistina Toronto Dominion Securities (TDS) dide zanîn ku eger tirkiye li tevgerên xwe yên leşkerî yên li Suriye û Lîbyayê berdewam be dibe ku ev yek bigihe asteke gelek bilintir ku derveyê pêşbîniyên normal be.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button