Şampiyonê karateya cîhanê jî êdî Kurde

Werzîşvanekî Kurdê xelkê bajarê Îlamê “Zebîhu‌lla Pûrşeyib” karî li pêşbazî û kêbirkêya lîga karateya cîhanî ku li welatê Îmaratê birêveçû, madalya zêr ya wê pêşbaziyê bi dest ve bîne. Kêbirkêya lîga cîhanî ya karate bi beşdariya 85 welatan û li welatê Îmaratê birêveçû.

Ev werzîşvanê Îlamî, li kêş û kiloya 84 kg da, karî rikeberê xwe yê ji welatê Kazakistanê 8 bi 5 şikest bide û madalya zêr ya wê pêşbaziyê ji bo xwe desteber bike.

Zebîhulla Pûrşeyib mixabin bi navê dewleta Îranê beşdar bibû û li nava tîma Îranî de bi tenê ewî madalya karateyê li welatê Îmaratê wergirt.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: