Tayar: Pratîkên li qadê, ne biryarên li ser maseyê, dê rêça pêvajoyê diyar bikin..
Piştî ku PKK kongreya xwe li darxist, herkeseî guhê daye ka gelo dê kengê encamên vê kongreyê ji aliyê PKKÊ ve bê ragihandin. Parlementerê berê yê AK Partiyê Şamîl Tayar agahiyên ku di pêvajoya Tirkiyeya Azad ji burokrat wergirtiye parve kir. Her çiqas dihat payîn ku îro daxuyaniya çekdanîn û hilweşandinê bê ragihandin jî, hat gotin ku serokê PKKê Abdullah Öcalan mudaxele kiriye û nakokiyên di nav rêxistinê de çareser kiriye.
Li gorî Tayar, PKK dê îro biryara xwe ya danîna çekan û fesihkirina xwe ragihîne. Abdullah Öcalan dê neyê berdan û dê li Îmraliyê bimîne.
Şamil Tayar dibêje ku, serokê PKKê Abdullah Öcalan mudaxele kir û nakokiyên di nav rêxistinê de çareser kir. Piştî midaxeleya Ocalan PKK dê îro biryara xwe ya danîna çekan û fesihkirina xwe ragihîne. Çek dê di bin çavdêriya Tirkiyê de li Silêmanî û Hewlêrê werin teslimkirin.
Nêzîkî 300 berpirs û çekdarên PKKê wê biçin welatên sêyemîn ên wekî Afrîkaya Başûr û Norwêcê. Endamên rêxistinê yên ku tevlî sûc nebûne dê vegerin welatên ku nasnameyên wan li cem wan hene û bi qasî 4 hezar welatiyên Komara Tirkiyeyê dê gav bi gav li sînor werin pêşwazîkirin.
Tayar dibêje: Dema ku PKK xwe hilweçîne û teror bi dawî bibe, şaredarên ku qeyûm lê hatine tayînkirin wê dîsa werin ser kar. Ez dixwazim vê yekê lê zêde bikim; pratîkên li qadê, ne biryarên li ser maseyê, dê rêça pêvajoyê diyar bikin..
Ev nivîsa tevahî ya Şamil Tayyar e:
Tayar berdewama gotara xwe de dibêje: Hevalekî me yê burokrat ê ji pêvajoyê nexşerêya rê ya jêrîn xêz kir:
“Heger rewşeke awarte çênebe, PKK dê sibê (Duşem) biryara xwe ya hilweşandin û çekberdanê eşkere bike.
. Öcalan bi destwerdana rasterast nakokiya di nav rêxistinê de çareser kir.
. Çek dê di bin çavdêriya Tirkiyê de li Silêmanî û Hewlêrê werin şandin.
. Nêzîkî 300 rêveberên payebilind ên rêxistinê dê biçin welatên sêyemîn ên wekî Afrîkaya Başûr û Norwêcê, lê qet naçin Îran, Iraq û Sûriyeyê.
. Endamên rêxistinê yên ku tevlî sûc nebûne dê vegerin welatên ku nasnameyên wan li cem wan hene û bi qasî 4 hezar welatiyên Komara Tirkiyeyê dê gav bi gav li sînor werin pêşwazîkirin.
. Di qonaxa yekem de, vegera zarokên dayikên Amedî dê were misogerkirin.
. Ocalan wê li Îmraliyê bimîne.
. Welatên garantor ên wekî DYA û Fransayê wê nebin.
. Endamên PKKê jî dê ji Qanûna nû sûd werbigirin, û dê rêzikname werin çêkirin da ku kesên pîr û nexweş serbest bên berdan.
. Li gorî rêça pêvajoyê, dê ji bo Destûra Bingehîn a nû zemînek ji bo hevkariyê di Parlamentoyê de were dîtin, qanûnên cezayî dê ji nû ve werin rêkxistin, û dema ku di qonaxek paşîn de lihevkirinek civakî çêbibe, dibe ku efûyek qismî di rojevê de be.
. Ji nû ve sazkirina DEMê dê neçar be, lê ew ê nikaribe navê PKKê bi kar bîne.
. Dema ku PKK xwe fesih bike û teror bi dawî bibe, şaredarên ku qeyûm lê hatine tayînkirin wê dîsa werin ser kar.
. Tirkiye ji ber îhtîmala veqetîna ji rêxistinê û avakirina avahiyek nû, demek dirêj ji herêmê venakişe.
. Pêkhateya YPGê li Sûriyeyê wê bi hevkariya rêveberiya Şamê were plankirin, endamên ne-Sûriyeyî yên rêxistinê wê ji sînor werin derxistin, û yên ku bimînin wê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.