Civak
Tawanbarên teqîna Mahabatê hatin girtin
Li gora nûçeya Elalem a Îranî, Heyder Muslihî li bajarê Qumê di konferansek rojnamevanî de ragihand, ku wan grûpek girtine û destê endamên wê, di kiryara bajarê Mehabadê de heye.
Wezîrê navxwe yê Îranê Mustefa Muhemmed Necar jî da xuyakirin, ku destên derve li pişt endamên vê grûpa han in û ew dê wan pêşanî cîhanê bidin.
Teqîn di dema nûmayişê (xwepêşandan) ’Pîrozkirina Hefteyê Parastinê’’ de qewimiye û piraniya kuştiyan kurdin û jin û zarokin. Di encama vê teqînê de 12 kes hatin kuştin û 75 kes jî birîndar bûn.