Kultur

Reformên xandina bilind hatin nirxandin

Duhî pêncşemiyê 23.09.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê digel Dilawer Abdulaziz wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî civiya.

Di civinekê da ku Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêmê amade bû, wezîrê xwendina bilind ê lêkolînên zanistî bi kurtî ji serok Barzanî ra behsa kar, xebat û çalakiyên zanistî yên wezaret kir ku li dema derbasbuyî de encam daye u her wiha pilana pasarojê sebaret bi reforma zankoyan pêşkeşî serokê herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe beramber wan kar u çalakiyên wezîrê xwendina Bilind û lêkolînên zanistî derbirî ku heta niha encam daye u piştgîrî jî li plana wezareta ya ji bo pasarojê kir.

Balkêş e ?
Close
Back to top button