Polîtîk

Erdogan : Li benda fermîkirina zimanê kurdî nebin

Serokê Giştiyê AKP  û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna serokên bajarên AKP de axifiye.

Di axaftinê xwe de ji bo BDPîyan bersivek da û got :  Hûn dikarin qursên zimanê Kurdî li her derê vekin lê bi awayekî fermî benda  perwerdehiya zimanê zikmakî nebin.

Erdogan wiha berdewam kir : Ji bo zagona bingehînek nû û çareserkirina pirsgirêkan rêya danûstendinê vekiriye. Ger hîn kes ji bo hevdîtinê PKKyê daxwazek ji me bikin  bêguman şaş difikirin û fanteziyekî me tineye ku emê digel PKK hevdîtinek pêkbînin.

Tercîha milletê me li holê ye û  ji bo gengeşî û gumanê re derfetek nehiştin. Îradeyên xwe dane sendoqê û ji bo pêşerojên xwe biryarên xwe dane.

Serokwezîrê Tirkiye balkişand ser referandumê jî û got : Di 12 Îlonê de AKP serneketiye, Hemwelatiyên 73 milyonê a Komara Tirkiye serketin.Tirkiye diyar kir ku welatekî dad û demokrasiye.

Li benda perwerdehiya zimanê zikmakî nebin

Hûn dikarin li her derê qursên xwe yê taybet vekin lê daxwaza fermîkirina perwerdehiya zimanê zikmakî nebin. Zimanê fermî ya Tirkiye Tirkî ye . Li zanîngehan jî beşên perwerdehiya zimanê zikmakî vebûn.
Em dibêjin ku ger zimanekî dî li Tirkiye fermî bibe ew tê wateya ku perçekirina Tirkiye ye .

Back to top button