Dosya

Li Amedê petrol dipejiqîne

Ji aliyê Hevkariyê Anonîm a Petrolên Tirkiye ( TPAO ) Li navçeya Amed Erxeniyê li qada başûrê de bîrek hatiye vekirin û tê de petrola bi qaliteya 36 gravîtê derket.

Xebatên tespîtkirina petrolê berê 2 mehan destpêkir û li qada başurê Erxeniyê , di bin zemînê 700 mîtroyê de nîşanî petrolê hate tespîtkirin.

Li ser nîjanên petrolê ekîba ku girêdayiyê gerînendeyê petrola Batmanê ne xebatên xwe bilez kir. Piştî bilezkirinê xebatan di bin zemînê 2 hezar û 126 mîtroyê de petrol derket û hat ragihandin ku petrol bi eyara 36 gravîtê ye.

Hate gotin ku piştî derketina petrol xebatkarên sondajê erkên xwe yê teslîmê ekîbê berhevkara bidin û ekîbên berhevkar jî destpê derketina petrolê bikin.

Berpirsyarên TPAO  li ser rezerv û berhemên rojanê jî agahiyekî nedane.

Back to top button