Tawanbarên destdirêjî ser Yasemînê kirîn hatin zîndanî kirin.
Dadgeha Tawanan ya Hewlêrê li ser dosyeya destdirêjîkirina ser Yasemîn Hacî Hesen, ew keça penabera rojavayê Kurdistanê ku di meha çileya paşîn a îsal de ji aliyê çend kesan ve li bajarê Hewlêrê destdirêjî lê kiribû biryar da û biryara dadgehê di berjewedniya serweriya yasayê de yekalî bû, li gor biryara dadgehê tawnbarên destdirêjî kiriye ser wê keça penabera rojavayê Kurdistanê tên zîndanî kirin.
Dadgeha Tawanan ya Hewlêrê sê tawanbarên destdirêjî kiriye ser keça penabera rojavayê Kurdistanê bi 15 salan û du tawanbar jî bi 7 salan zîndanîkirin.
Civata Balaya Karûbarên Xaniman li herêma Kurdistannê bi peyamekê destxweşiyê li biryara dadgeha tawanan ya Hewlêrê dike û dibêje: Dadgehê di berjewendiya serweriya yasayê û parastina mafên rewayên jinan de ev hukim li dijî tawanbaran da, bi hêviya ku bi rêya Dadgeha Temzê hewilên sivikirina cezayê tawanbaran neyê dan.