Dostekî gelê kurd dibe sefîrê Birîtaniyayê li Îraqê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî 23ê îlonê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Frank Beker dostê dêrînê gelê kurd û sefîrê nû yê Birîtaniyayê bo Îraqê ku, bi minasibeta destbikarbûna karê xwe yê nû serdena Hewlêrê kiriye, kir.

Di dîdarekê de ku konsulê giştiyê Birîtaniyayê yê herêma Kurdistanê amade bû, sefîrê nû yê Birîtaniyayê li Îraqê kêfweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê û didara bi serokwezîr re nîşan da û hêvî xwest ku, weke sefîrê welatê xwe li Îraqê bikaribe roleke baş di pêşvebirina têkeliyên Îraq û herêma Kurdistanê digel Birîtaniyayê de bilîze. Wî got ku, konsulxaneya giştiya Birîtaniyayê a li Hewlêrê dê kar û çalakiyên wê zîdetir bibin û dê lê bixebite daku kompaniyên birîtaniyayî berê xwe bidin herêma Kurdistanê û sermayeyê xwe di warên cuda de birazîn in û ji bo vê armancê nuha Êma Nîklson nûnera taybetiya serokwezîrê Birîtaniyayê li Hewlêrê ye.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê pîrozbahîya destbikarbûn sefîrê nû yê Birîtaniyayê kir û hêvîya serketinê jê re xwest, herwesa, serokwezîr kêfxweşiya xwe nîşan da ku, dostekî dêrînê gelê kurd li Bexdayê dibe sefîr û behsa têkeliyên Frank Beker digel herêma Kurdistanê kir ku, di naverasta salên 90î de wek diplomatekî welatê xwe li Enqere kar dikir, berdewam piştgirî û serdana herêma Kurdistanê dikr. Her du aliyan tekîd li ser xwesteka her du aliyan bo berbipêşvebirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Birîtaniyayê kir.

Di dîdarê de rewş û pêşhatên siyasî û leşkerî li Îraqê û herêma Kurdistanê û avabûna hevpeymaniya navdewletî li dijî DAÎŞ û rûbirûbûna pêşmerge li dijî terorîstan, hevkariyên serbazî û mirovî yên navdewletî bo herêma Kurdistanê ku, îro di eniyên şer de li dijî terorîstan şer dike,  hatin nirxandin  

Di vê çarçoveyê de, serokwezîr bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiyên xwe pêkeşî bi civaka navdewletî û Birîtaniyayê kir û hêvî kir ji bo alîkarîkirina penaber û koçberên  li herêma Kurdistan û bi taybetî li wîlayeta Duhokê zêdetir hevakrî û alîkariya bi herêma Kurdistanê re bê kirin. ji ber ku xwedîkirina wê hijmara zêdeya penaber û koçberan ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir e.

Nerîna min :