Polîtîk

Berhem Salih li ku ye

Berhem Salih cîgirê duyemê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ev heyameke di qada siyasiya herêma Kurdistanê de xuya nake û di civînên serokatiya partiya xwe de jî beşdariyê nake.

Li gor hin çavkaniyan, ji ber du sedeman Salih ji partiya xwe û ji jiyana siyasî dûrketiye. Yekem: Berhem Salih û grûpa xwe gelek lêxebitîn kongreya çaremîn ya YNKê bê sazkirin û hemû pirsgirêk û nakokiyên navxweyî di kongreyê de bên çareserkirin, lê baskê baladestên nav YNKê ew daxwaz red kir û heta nuha kongre nehatiye sazkirin û ji ber vê yekê Salih biryar da heta kongre tê sazkirin ew tu postan di nav partiya xwe de wernagire.

Sedema duyemîm: Berhem Salih kandîdê herî bihêzê  posta serokomarê Îraqê bû, di nav îraqiyan û kurdistaniyan jî de Salih kandîdî herî maqûl bû bo serkomariya Îraqê. Lê ji sedema nakokiyên nava YNKê û baldestiya grûpa Hêro Îbrahîm Ehmed, hevjîna Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê, Fuad Masûm ji bû serokomar, vê yekê jî Berhem Salih bi timamî xeyalşikestî kir.

Back to top button