Polîtîk

Faşîzma olî li Rojavayê Kurdistanê

Êrişa DAÎŞ a paşverû/taşeron a li ser Kurdistanê, di eslê xwe de şereke veşartî li hember Kurdan a her çar dewletên dagirker e. Nakokiyên di navbera wan de çi qas tûj dibe bila bibe, dema mijar Kurdistan be dagirker dikarin rasterast an binavgîn bi hev re tevbigerin. Bi heman şiklî nakokiya Sûnnî-Şiî çi qas tûj be jî dema mijar Kurdistan be dikarin pirsgirêkên xwe yên mezhebî dêynin aliyekî û li hember Kurdan ku wek dijminê hevbeş dibînin bi hev re êrişan pêk bînin.

Tirsa herî mezin a dagirkeran ew e ku Kurd li perçeyekê dewleta xwe ava bikin. Ji ber ku him nikarin li Kurdistaneke ku di qada navnetewî de meşrû bûbe hovitiya xwe yê berê bidomînin him jî divê mecbûr bimînin ku li hember Kurdên ku dewleta xwe ava nekiribin jî zêdetir li tevgerên xwe miqate bin.

Ji ber vê yekê pêşiyê dixwazin di bin navê “sosyalîzm” û “ummetê” de Kurdan ji hişmendiya netewî dûr bixin û bi vî awayî pêşiya dewletbûnê bigirin. Mixabin di nav Kurdan de (bi taybetî jî li bakûrê Kurdistanê) girseyek cidî ku him li ser çepîtiyê him jî li ser oldariyê “dest ji Kurdbûnê berdane” hatiye afirandin. Li bakûrê Kurdistanê saziyên siyasî yên herî mezin û bi bandor bi qasî ku “dewletbûnê wek dawiya cihanê û mirovatiyê “ bibînin ji Kurdbûnê dûr ketine.

Êrişên çeteyên DAÎŞê li hember başûrê Kurdistanê ku ber bi dewletbûnê ve gavên ber bi çav diavêje, operasyoneke hevbeş a dagirkeran e ku ji dewletbûna Kurdan ditirsin. Lê dagirker û taşeronên wan ên ku negihaştin armanca xwe pêşî lê girtina dewletbûnê li aliyekî, vê pêvajoyê bi leztir kirin. Başûrê Kurdistanê hîn nebûbe dewlet jî statuya wî yê federasyonê wî di têkiliyên navnetewî de meşrû dike û ji ber vê meşrûtiyetê jî bi hewildanên dîplomatîk dikarin ji hêzên herî bi bandor ên cihanê alîkarî bigirin. Tiştê ku başûrê Kurdistanê di nav saziyên navnetewî de dike xwedîpeyv, bi sînor be jî hebûna statuya wî yê netewî ye. Ev statuya bi meşrû, bû sedem ku ji rêyên legal çekan bikire. Di van êrişên dawî yê DAÎŞê de careke din bi awayeke pir net hate dîtin ku piştî ku Pêşmerge xwedî malzemeyên leşkeri yên hewce bibe kes nikare bi wan.

Dagirkerên ku li başûrê Kurdistanê negihaştin armanca xwe vê carê bere xwe dan başûrê Rojavaya Kurdistanê û mixabin li hember Kurdan komkujiyeke bênav didin jîyandin.

PKK/PYD yê ku li başûrê rojavayê Kurdistanê bi Esad re li hev kiriye, her çi qas qala erdemên bêdewletbûnê bike û di bin navê “kantonan” de propagandayê jîyana bêdewletbûnê bike jî bi jan û êş hate dîtin ku ev nebû/nabe. Di destên çeteyên DAÎŞê ku bi hovanî êrişî başûrê rojavayê Kurdistanê kirin çekên giran (ên ku dagirkeran daye wan) hene, PKK/PYD di vê mijarî de di tengasiyê de ye.

PKK/PYD careke din dît ku gotinên “yekîtiya Sûrîyeyê”, hevkariya bi rejîmê û cepheya “laîk” û “îtifaqa Şiî” ku di nav de cih digirin wan li holê dihêle û nabe asteng ku Kurd ber bi kaosê ve bikişin.

Dema ku DAÎŞê êrişî Kurdistanê dikir, PKK jî ji bo ev êriş bi tesîr bin herî kêm bi qasî DAÎŞê dijminantiya Kurdan kir. Medyaya PKKê ku “binketina” Pêşmergeyan bi derewan û bi dezerfonmasyoneke mezin nîşan dida (bi zanetî an bêzanetî) propagandaya DAÎŞê kir.

Ev dema ku çeteyên DAÎŞê li başûrê rojavayê Kurdistanê bi hovane êrişî Kurdan dikin jî, PKK/PYD ketiye heyra bêtesîrkirina Kurdên ku daxwazên wan ên netewî hene (bi taybetî jî PDK-S).

PKK polîtîqaya dagirkeran a bi zordana koçê (hundir an derve) Kurdan ji cihê wan kirin ku naye guhertin, di van demên dawî de girtiye ser milên xwe.

Sedema yekemîn a trajediya ku îro di serî de Kobanî hemû Kurdên başûrê rojavayê Kurdistanê dijîn bêdewletbûn e, sedema duyemîn jî polîtîqayên PKKê ya “li dijî dewletbûna Kurdan” e.

Me wek Civaka Kesên Azad bi salan e xwest ku balê bikşînin ser trajediya ku îro wê bê jîyandin.

Di qada navnetewî de ne mêşrûbûna xepînoka “kanton” a xeyalî û yek alî ku tu eleqeya wî bi Kurd û Kurdistanîbûnê tuneye û ne statuyeke netewî ye, trajediya ku li başûrê rojavayê Kurdistanê tê jîyandin misoger dikir.

Di vê rewşa trajîk de jî PKK, naxwaze bibîne başûrê Kurdistanê ku destkeftiya netewî ya Kurdan tenê ye û bi qasî ku di qada navnetewî de meşrû ye ew qas xwedîrêzbûna wî jî di asta herî bilind de ye, nûnerê Kurdan a qanûnî ye.Tiştê hewceye ku bê kirin, bêyî ku tereddut bike mudaxelekirina başûrê Kurdistanê ye bo parastina rojavayîyên Kurdistanê li hember çeteyên DAÎŞê. Lê ji bo wê hewceye ku pêşiyê PKK/PYD dest ji “li hemberbûna dewletê” berde û ji hêzên meşrû yên Kurd alîkariyê bixwaze. Mixabin PKK hîn jî ji dêvla Rêvebiriya Kurdistanê, navê PDK-YNK dide û ji “partiyên Kurdan” alîkariyê dixwaze. Ev nêzîkbûn ji xeynî ku ji bo hesabên biçûk Kurdan ber bi karesatê bibe bi kêra tişteke din naye û ne mumkin e ku tu encam jê bê girtin.

Ger hun bi rastî jî ji dil û can bin û yekîtiya Kurdan dixwazin, bi tenê tiştek heye ku bê kirin. Divê Kurd bi armanca hevbeş a dewletbûnê bi hev re tevbigerin û di pêşengiya nûnerên xwe yê meşrû (Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê) him başûrê Krudistanê him jî başûrê rojavayê Kurdistanê bi hev re biparêzin.

Gotinên Serok Barzanî ya “Me 1200 şehîd dane, 100 hezar şehîdên din jî bidin emê Kurdistanê biparêzin” pir bi wate ne. Belê, ji bo parastina Kurdistanê hemû Kurd jî bimirin hêja ye. Ji ber ku rêya yekane a jîyaneke bi rûmet, parastina Kurdistanê ye. Mayîndebûna vê parastinê jî dewletbûna Kurdistanê ye.

Ên ku di êrişên hovane yên DAÎŞê de jîyana xwe ji dest dane jî û şervanên ku mecbûr mane dest ji cihên xwe berdin jî mirovên me ne. Eciznebûna ji vê hovîtiyê DAÎŞê ne bi Kurdîtiyê ve ne jî bi mirovatiyê ve nabe ku li hev bê. Divê tu kes wek ku medyaya PKK kir nekeve kêmasiya “PKK/PYD” revîya. Ên ku şer dikin bê şik mirovên wêreg in û ji bo azadiya Kurdan diçin mirinê. Lê ne mumkin e ku ji bo yên ku bi rê ve dibin ev tiştana bên gotin.

Kêmmayîna YPGê li hember çeteyên DAÎŞê ku gelek dewlet piştgiriya wî dikin ne ne tirsonakî an ne tişteke din ê neyînî ye. Ji bo serkeftinê, di vê asta ku teknolojî hatiye ne tene wêregî, di heman demê de arasteka ji alî çekan ve jî hewce ye. Sedema kêmmayîna YPGê bêdewletbûn û ne xwedî bûna armanca dewletbûnê ye.

Di serî de welatparêzên ku di nav refên PKKê de şer dikin hemû kesên ku Kurd û Kurdistanî ne divê bi şîara dewletbûnê Kurdistanê biparêzin, ji demxeya “terorîst” xilas bibin, di nav refên Pêşmergeyan de cih bigirin û li hember dagirkeran li ser bingeha hevbeş a dewletbûnê şer bikin.

Bagên “yekîtî” û “alîkariyê” yên kesên ji bo “kantonên” ku ne diyar e çi ne ciwanên Kurdan li ber hovan dikin êm ne ji dil in. Divê Kurd tenê û tenê ji bo Kurdistanê şer bikin. Şerê ji bo Kurdistanê jî pêwîst dike ku dewletbûn wek armanc bê dîyarkirin.

Hovîtiya çeteyên DAÎŞê û piştgirên wî yên dewletên çete yên dagirker a li başûrê rojavayê Kurdistanê nalet dikin û kesên ku dixwazin ji vê trajediye propagandaya partî/rêxistanan bikin jî bi tundî şermezar dikin.

An wê Kurd bibin dewlet an jî wê leşkeriya dewleteke heyî bikin. Ji ber vê yeke tu şerê ku armanca wî ne dewletbûn be ne şerê Kurdan e. Dema ev rastî ber bi çav bê girtin li gel bêwatebûna bangên “alîkarî” û “yekîtiya” xeyalî, lîstikên polîtîk ên ku di nav xwe de dihewîne jî ji xwe derdixe holê. Rastiya ku tu gel nikarin bê dewlet azad bibin ( bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ku hîn Serdema Navîn tê jîyandin), hewce dike ku hemû kesî sewkî parastina dewletbûnê bike.

Yekîtiya Kurdan, ji armanckirina hevbeş a dewletbûnê yên ku li hember dewletê ne derbas dibe. Ji ber vê yekê aliyê hewce ye zor lê bê kirin ku yekîtiyê bike aliye ku dibêje “dewletbûn kevneperestî ye” ye; PKK ye. Ji xwe PKK terka polîtîqayên xwe yên heyî ya “antîdewletbûna Kurdan” berde wê yekîtî jiberxwe çêbibe. Di rewşa niha yê PKKê de hemû yekîtiyên ku pê re bên kirin tê wateya jêdûrketina Kurdan ji armanca dewletbûnê. Rastî tehl in û hewceye ku hinek van rastiyên tehl bi lêv bikin. Mixabin bi giştî ev erka “xerab” li ser milên me ye.

Çi dibe bila bibe dîrok, bi tevî DAÎŞ û taşeronên mîna wî û tifaqa rasterast-binavgîn a qirêj a dagirkeran, teqez wê şahidiya dewleta Kurdistanê bike; bedêla wî çi qas giran be jî.

Nûçe/Şîrove

http://www.nasname.com/a/fasizma-oli-li-basure-rojavaye-kurdistane-ji-hovitiya-xwe-nisan-da

Back to top button