Nûçeya ji rastiyê dûr
Sekreterê rojnameveniyê serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de nuşeya NRT TV û malpera wê re dike û dibêje ew nûçeye ji çêkiriye û ji rastiyê dûr e:
Kanla NRT TV û malpera wê nûçeyek weşandiye ku, qaşo birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di civîneke taybet de digel hijmareke rojnamevanan: Du serkirdeyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bi wê yekê tawanabar kirine ku, birîna miaşên herêma Kurdistanê ji Malikî re pêşniyar kiriye û jê re gotine ku, bi birîna budceyê herêma Kurdistanê û texîrbûn û nedana miaşan fişara xelkê Kurdistanê li ser Psrtiya Demokrata Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê dirust dibe û naçar dibe mihtacî hikûmeta merkexî bibe.
Ev nûçeye ji rastiyê dûr e û di wê civînê de bi tu awayî navê tu aliyên siyasî, navê tu kes û serkirdeyên siyasî nahtiye bilêvkirin, ew nûçeya li ser zimanê rojnamyevanekî hatiye gotin û navê wî rojnamevanî jî nehatiye eşkere kirin, ew nûçeye nûçeyeke bê esas e, çêkiriye û ji rastiyê jî dûr e.
Samî Ergoşî
Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîran
24.09.2014