Polîtîk

Taşçier bi navê DDKDê nikare tevbigere

Li Diyarbekir komeleyek li ser navê DDKDê hatiye damezirandin û Îmam Taşçier berpirsê vê komeleyê ye. Îmam Taşçier li ser navê vê komeleyê li gel HDPê hevkarîyê dike û eve du cara jî li ser navê DDKDê dibe parlementerê HDPê. Dixweyê Taşçier ev komele tenê ji bo ku bikaribe hinek berjewendiyên kesayetî bi destve bîne damezirandiye. DDKD xwedî navekiye di nava civata Kurdistana Bakur de, derbasbûyek ya vê rêxistinê heye û xwedî dîrokek siyasîye.

Îro kesek ku ji berê di nav vê komeleyê de maye, niha bi heman navî bi kar bîne , gelek berpirs, endam û pişgirên DDKDê ne rihat kiriye. Ji bo vê yekê jî berpirsên DDKDê yên berê pêwistî dîtineku daxûyaniyekî ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihînin.

DAXÛYANÎ:

Ji raya giştî re

Em damezrênerên DDKDyê, birêveberên wê yên Komîteya Navendî, Komîteya Giştî û yên deverî yên ku navên wan li jêrê hatine nivîsîn, pêwîst dibînin ku di heqê wan xebat û çalakîyên “sîyasî” ku ji demekê ve ye li ser navê DDKDyê dihên kirin, raya giştî agahdar bikin Em vê yekê hem li hember gelê Kurdistanê hem jî li hember navê DDKDyê ku di eynî demê de navê ciwanîya me bû, wekî berpirsîyarîyeke xwe dibînin.

Di vê çarîoveyê de;

1. DDKD, navê komeleyekê ye ku ew weke rexistina xortan (ciwanan) ya tevgereke sîyasî hatibû avakirin û vê komeleyê têkoşîneke birûmet bi rê ve bir. Îroj, piştî pêkhatina gelek bûyerên sîyasî, êdî maf û desthilata tu kesî tune ye bi navê DDKDyê ku ew rêxistina xortan û tevgera sîyasî tîne bîra mirov, tevbigere. Mafê tu kesî tune ye ku xwe bispêre navê DDKDyê û xwe mîna berdewama ked û tradîsyoneke sîyasî ya 45 salan bide xuyakirin û binavkirin. Loma jî, di rewşa heyî de ew xebatên ku bi navê Komeleya Kurd a Demokrat a Şoreşger (DDKD) a ku di bin serokatîya Îmam Taşçier de tê birêvebirin, li gora temsîlîya wê ya di raya giştî de tê zanîn, ne ji alîyê fikrî, ne jî rêxistinî ve elaqeya wê bi tradîsyona dîrokî ve tune ye. Em li wan kesên ku vê îstîsmarê dikin û her weha yên ku vê îstîsmarê qebûl dikin û mixatab digrin, daxwaz dikin ku dev ji van helwestên xwe yên şaş berdin.

2. Kesên ku bi navê DDKDyê derdikevin pêşberî raya giştî, bêyî ku nav û temsîlîyeta tradîsyona DDKDyê bi kar bînin, xwedîyê maf in ku bi her navekî din yan jî rêxistineke sîyasî ya din ve tercîha xwe ya sîyasî bikin û bixebitin û eger em ne li gel tercîha wan bin jî em dê rêzdarîya xwe ji bo tercîha wan nîşan bidin.

3. Hin beyan, deklerasyon, tifaq û dîtinên ku di demen cuda de bi navê DDKDyê ji raya gîştî re hatine dîyarkirin bi nirxên ku bi navê DDKDyê ve tên nasîn ve nelihevhatî ne û ji alîyê me yên xwedîyên îmzeyan ve bi temamî tên redkirin.

4. Îstîsmarkirina navê DDKDyê bî vî rengî ne tu feydeyekê dide xwedîyê vê îstîsmarê, ne jî yên ku vê îstîsmarê naxwazin bibînin û komeleyekê mîna mixatabeke sîyasî qebûl dikin. Ji bo welatperwerîyeke Kurdistanî û têkoşîna gele Kurdistanê ya ji bo mafê qedera xwe tayînkirinê jî tu feyda wê tune ye.

5. Em bang li hemû hevalên xwe yên ku endamên DDKDyê ne, dikin, da ku ji bo ku keda wan a di nava tradîsyona DDKDyê de ji alîyê hin kesan ve bi awayê “siyaset”kirina bi navê DDKDyê ji bo berjewendîyên şexsî neyê bikaranîn, li hemberî vê helwesta xelet bila bêdeng nemînin. Em bi hev re xweşî û nexweşîyan jîyan. Loma jî, ji bo ku cîhê vî navê birûmet a dîroka me de ciyê xwe girtîye, neyê lewitandin û îstîsmarkirin, em tev bi hev re xwedîyê helwesteke hevbeş bin. Têkoşîna azadîya Kurdistanê li gora rastîyên îroj ji bo berjewendîyên gelê xwe bidomînin. Em mil bidin, bêyî ku navê DDKDyê ji bo “sîyasetê” bê bikaranîn, hebûna xwe mîna dezgeheke demokratîk ya kulturî bidomîne.

Bi rêzdarî ji raya giştî ya Kurdistanê re…

Back to top button