Polîtîk

Taqa:Plana me ya li Kurdistanê ji 25 heta 40 salan heye ku li vir bimînîn

Leo Koot Serokê Kompanya Taqa ya Îmaratî, li Iraqê zêdetirê 25 sal ezmûna xwe ya kirdarî li kêlgehên neft heye û li kompanya navdarê Shell kar kiriye. Li nivîsîngeha xwe ya li Hewlêrê ku li dawiyê li rêwresmekî mezin da hate vekirin, karê kompanyayê birêvedibe û her dem li navbera Hewlêr û Îmarat de hatin û çûnê dike. 

Koot ji bo serxistina kompanya xwe ya li Herêma Kurdistanê bi awayeke dûr û dirêj û bi xeyalekî mezin temaşe dike. Ew dibêje plana wan heye ku 25 heta 40 sal û zêdetir jî li Kurdistanê kar bikin. 

Leo Koot dibêje: Niha li kêlgeha Etruş çalakîn û kar dikin. Bloka Etruş rûbera wê 270 km2 û dirêjahiya wê 30 km. Em mijulî pêşxistina wê kêlgeha neftîne.

Hêla neftî ya Herêma Kurdistanê ya bazarên cîhanê li rêya Tirkiyê ve ji bo me rêya serekî ya şandina nefte. Kompanyayên dinê neft rêjeyek ji nefta berhemhatî li rêya tankeran ve dişînin Tirkiye. Me herdem wekî stratîjiyek xwestiye nefta berhemhatî li rêya boriyan ve bişînin û destê me bigihe bazara navdewletiyên neftê, her wiha ji bo ku bikarîn neft bi nirxêkî navdewletî bifroşîn.

Back to top button