DosyaRojev

Tan:Ocalan ji helwesta Demirtaş aciz bû !

Parlementerê berê yê HDPê Altan Tan, di medyascopê de bersiva pirsên rojnemevan Ruşen Çakir dide û di derbarê HDPê û Ocalan de hinek tiştên balkêş dibêje. Tan dibêje: Divê hinek tişt bêne gotin. Ne HDP û Hukumet li ser masê rûnişt, Hukumet û Ocalan rûniştin. HDP di nav wan de diçû dihat.Min piştî hevdîta ewil îtiraz kir û got: “ em ne posteci ne, eger gotineka min hebe ezê bi xwe herim bêjim,eger ez bi navê xwe, partiya xwe û gel  gotubêjê bikim ez di vî karî de heme, na eger postecî bim ezê bejim herin postexaneyê“Piştî civîna ewil ez ji heyetê derêxistim, hevalên min jî li min xwedî derneketin. Selahattin Beg jî li min xwedî derneket.Kesekî negot hun çima vî ji heyetê dertêxin. Hevalên ku pozisyon qebûl kirîn gotubêj berdewam kirin. Di wê demê de axavtinên Selahattin Beg jî hene ku digot: “Emê peykerê Ocalan deynin“Eger îradeya te îradeya serokatiyê be, muxatab Ocalan e. Ji bo vê eger Ocalan li ser wî maseyî rabe û bêje ev kar xilas bû, xilas dibe, berdewam bike berdewam dike. Ev yek ji bo min derbas nabe, min ev yek ji wan re got û xwe da aliyekî. Heta Ocalan li ser masê ranebe û tu gavên wî avêtîn vale derêxî Ocalan ji vê yekê aciz dibe. Berdewamiya axavtina xwe de Tan dibêje: Di serî de  “ Em te nakin serok“ vekirî bêjin ev gotin ji kû derket?Çewe ev yek hate rojevê, helwesta Ocalan li himber vê gotinê çibû? Rabin vê yekê eşkere bikin.Ez naveroka vê hemûyê dizanim, eger pêwist be ezê rojekî eşkere bikim.Ocalan gelek bi tundî helwest li himber vê danî. Ocalan dibeje“ Vî karî serast bikin“ Belgeyên vê hemû hene. TAN berdewam dike û dibêje: Herkes dizanê ku Ocalan aciz bû, ev ne tiştek nehînî û veşartiye.Hemû agahî di destê hukumetê de hene. Em bêjin aliyek van agahiya eşkere nake, başe tu ji bo çi eşkere nakî? Hemû hevdîtin hatine qeydkirin. Ocalan negotiye ku, min ev kar xilas kir ez hêdî vê leyiztikê naleyzim. Ocalan ser masê ranebûye. Tu ji aliyekî ve dibêjî Îrada min Ocalan e û ji aliyê din ve tu guh nadî Ocalan û wî vale dertêxî. Qonaxa dawî ya “pêvajoya çareseriyê“ de aciziyek mezin a Ocalan ji van hebû. Xwezî dema Altan Tan parlementerê HDPê ev daxûyanî dabûna. Herweha dema Tan ev helwesta xwe di nava HDPê de da xûyakirin, ma wek parlementerekî ku li himber gelê xwe berpirsiyar, ne erka wî bû di wê deme de vê yekê eşkere bike. Lê nekirin. Ji xwe musebeta siyaseta HDPê di vê de ye. Heta di nava wande ne, deng dernakeve, dema ji wan xilas dibin hinek rastiya dibêjin. Heta Erdogan behs nekir û negot: Dê Yê li Edirne hesabê herî mezin bide yê li Îmralî, yek siyesetmedarek ku di nava HDPê de behsa vê yekê nekir. Ya rast ew bû dema Tan ev helwesta xwe di nava HDPê de diyar kirî bi daxûyaniyekî erka xwe ya li himber gel jî  bi cih bianiya. Ev tiştên ku Tan dibêje bi dehên analîzan de di Rojevakurd de hatine gotin. Lê Rojeva kurd ji derve ev yek analîz dikira û hinek tişt digotin. Ji bo vê jî gelek kes anlizên Rojevakurd tenê wek gotineka vê malperê dinirxandin û gelek giring jî nedidîtin. Aligirên HDPê bi sedan şiroveyên xwe di medya civakî de ev analiz bi gotinên xirab navdikiran û li dij tiştên ne ehlaqî digotin. Çêr û dijûn dikiran. Lê Altan Tan di dema xwe de ev yek eşkere kirîbûna ihtimala ku rê li hinek bûyeran jî bigirta hebû.

 

Back to top button