Tan: were em herin şerîetê
Berendamê serbixwe yê BDP-ê Altan Tan doh li Farqînê xwepêşandana ku hatî darxistin de axavtinek kir û bi awayek balkêş bangî serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan kir.
Altan Tan di axavtina xwe de got: “ Bila destûrek nû çêbibe. Eger destûrek nûjen çênebê û li hevhatinek civakî pêknewê, dê ev welat li Kemalîstan teng bibe. “
Tan berdewambûna axavtina xwe de got: “ Ez bangî birêz serokwezîr dikim. Eger tu ji xwedê bitirsî, tu rîayetê li huquqa xwedê bikî, Huquka xwedê pêkbîne. Di nav Tirka û Kurdan de nexweşiyek hebê, îhtilafek pêyda bibe were em herin şerîetê“
Tan banga xwe ya ji serokwezîr re got ku, eger tu huquka xwedê jî pêkneynî , em prensîbên Yekitiya Ewropa pêkbînin. Prensibên Kopenhagen hene, demokrasiya hevdem heye.. Eger hun yekî ji van kar neynin hingê emê berxwe bidin.