Tan: PKK nikare li ser banga Ocalan dest ji çekan berde
Piştî gotara serokêMHPê Devlet Bahçelî ya ku rojeva Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi temamî guhertî, nirxandin şirove berdewamin. Bahçelî bangî Ocalan kirîbî û gotibû: “Bila derkeve û diyar bike ku teror qediya ye û PKK hatiye hilweşandin” Parlementerê berê yê HDPê Altan Tan jî Medyascope de beşdarî bernameya Goksel Goksu bû.
Li ser pirsa “Gelo bi banga Ocalan wê çek bên terikandin?” Tan bersiva xwe de dibêje: “Ji sedî 100 ne mumkin e ku xwedî li banga Ocalan derkeve. Bila em binêrin kesên ku 40 sal in posterên Ocalan hildigirin wê guh bidin gotinên wî yan na.”
Gelo PKK dê çekên xwe deyne?
Altan Tan, bal kişand ku pirsgirêk ne herêmî ye û destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye û got: “Amerîka, Rûsya, Îran, Elmanya û Îsraîl jî di nava vê de ne. Yên ku bi danîna çekan têr dibin hene, yên ku têr nabin jî hene. Ew ê têr nebin, ji bo ku çekan nedin dest, bi Qendîl, PKK û pêkhateya wê ya li Ewropayê û saziyên wê yên hiqûqî yên li Tirkiyeyê dê bikevin nava manîpulasyonên giran. Ji ber vê yekê ew ê bibêjin bila çek neyên danîn. Bi gotinek bi kurt tir, PKK nikare li ser banga Ocalan çekan deyne.”
Tan berdewama nirxandina xwe de got: “Hinek aliyên din jî hene, lê bila ew bang bike. Û bila ew nexşeya rê eşkere bike. Ka em binêrin kî alîgirê bêdeng kirina çekan e û kî alîgirê domandina vê rewşê ye? Ez ji bo Enqereya kûr, ji bo PKK’ê û ji bo hêzên li pişt PKK’ê dibêjim. “Werin em bi vekirî li pirsê binêrin bila rastî derkeve holê, emê hingê bibînin ka kî çi dike..”