Civak

Talebanî cejna Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Bi minasebeta hatina cejna Qurbana pîroz, serokomarê Îraqê Celal Talebanî peyameke pîrozbahiyê ji Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê re şand.

Ev li jêr teksta mesaja serokkomarê Îraqê ye:

Bi navê perwerdgarê bexşinde û mîhreban
Birayê birêz kak Nêçîrvan Barzanî

Bi minasebeta hetina cejna Qurbanê ya pîroz ciwantirîn û gerimtirîn pîrozbahiya li we dikim, hêvîdarim ev cejne, ji bo we û ji bo cemawerê gelê me,  ceneke şad û pir bextewerî be.

Ez hêvîdarim ku ev cejne nûkirina peywendiyên xurt ên hevpeymaniya me be, bi awayekî ku wê hevpeymaniyê karîgerîyeke mezin û giran li ser aşitî, yekrîziya gel û hokarê parastina berjewendiyên balayên gelê me û bidestxistina xwestekên gelê me bi hemû pêkhatan ve heye.
Bi hêviya cejneke şad û pir xweşî bo we û hemû salên we her bi xweşî bin.

Birayê we yê dilsoz
Mam Celal
05.11.2011

Back to top button