Polîtîk

Talabanî pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir

Silêmanîyê – Evroj sekreterê giştîyê Yekîtîya niştimanîya Kurdistanê Celal Talebanî, pêşwazîya cihgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir…

Di dîdarekê de, ku Kosret Resûl Elî, Berhem Ehmed Salih, Fu`ad Me`sûm, Umer Fetah, Erselan Bayiz û Îmad Ehmed amadebûn, Celal Talebanî bi germî bixêrhatina Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir.

 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayîya sazkirina kongireya sêyema YNK kir û hêvîya serkevtina evê kongireyê ji Celal Talebanî re xwest.

 

Di evê dîdarê de, behsa pêngavên bêtir ji bo xurtkirina peywendîyên duqolîyên navbera YNK û PDK, li pêşxistina hevpeymanîya stiratecîka navbera herdu alîyan û rewşa Iraqê hat kirin.

 

Di evê dîdarê de, guft û go li ser prosesa siyasîya Iraqê, guherînên evê dawîyê yên qada siyasî û ewledarîya Iraqê, pêkanîna hukûmeta nû bi zutirîn dem û rêkevtin li ser bernameya hukmeta bihê ya Iraqê hat kirin.

Peyamner PNA – Nebez Muhemmed 

Back to top button