Erdogan ji zarokan re adaletê dixwaze
Li Stanbulê her sal olimpiyatên zimanê Tirkî çêdibe. Ji gelek welatên cuda zarokên bi zimanê tirkî dixwînên di van olimpiyatan de beşdariyê dikin. Isal roja dawî ya di vê organîzasyonê de serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe de behsa rewşa zarokên cîhanê kir. Erdogan beşek di axaftina xwe de got: “ Em ji dil aşitiyê dixwazin û em alîgirên aşitiyê ne. Em mensubê ola Îslamine ku, ew bi xwe mana aşitiyê ye. Li ser rûyê erdê kesek nikarê sedemek rast ji kuştina zarokan re bibîne. Kuştina zarokî kuştina hemî mirovatiyê ye. Ew kesên çavên xwe ji kuştina zarokan û sivîlan digrin, kêmasî wek kujeran tawanbarin. Ji sala 2007-ê heta niha nêzikî 1500 zarokên filîstînî hatine kuştin. Me ji bo zarokê , Qabîl, Baxda û Darfur çewe adalet xwestibe, em îro jî ji bo zarokên filîstîniyan ji dil adaletê dixwazin.“
Ev gotara Erdogan û naveroka gotara wî gelekî di cihê xwe de ye. Li ser rûyê erdê heçî kesekî xwe mirov bibînê dijê van gotinan dernakeve. Kesek naxwaze zarok bêne kuştin, zarok bêne girtin heta zarok di hemêza dayikên xwe de di zindanan de mezin bibin. Ew kesên ku kuştina zarokan, tedariya li ser wan normal dibîne bi kurtahî wan nesîbê xwe ji mirovatiyê nestandine.
Lê gelo serokwezîrê Tirkiye Erdogan dema behsa zarokên hinek welatan dike , çima zarokê Kurdistanê nabîne? Zarokên Kurdistanê jî têne kuştin , zarokên Kurdistanê jî têne girtin di zindanan de ne. Li Tirkiye qanûnên taybetî ji bo zarokan hene, qanûna dijê terorê dijê hemî awayî mafên zarokane, lê mixabin zarokên kurdan temenê wan 12 heta 17 salî di zindanan de ne. Ev zarok ji bo çi hatine girtin? Ji bo çi van cezayên giran distînin? Heta serokwezîrê Tirkiye Erdogan bersiva pirsgirêka zarokên kurdan nede,ew ji bo zarokê cîhanê çi bêje bila bije, dê ne cihê baweriyê be. Gotin ya pêşïya heye, dibêje “ Şûjina di çavê xwe de nabîne derziya di çavê xelkê de dibîne“
Gelo pêwistiya zarokên kurdan ji adaletê tuneye? Tu kes nikare sedemek ji bo girtin û zindankirina zarokên kurdan bide nîşandan. Filistîn zarok keviran tavêjin , yên kurdan jî ji bo li himber, bonbên gazê xwe piparêzin kevira tavêjin. Gelo çima adalet ji bo zarokên filistiniyan hebe ji bo yên kurdan tunebe? Serdara adaletê bilinde, berê adaletê gelek firehe, têra zarokê filistiniyan û yên kurdan û yên cîhanê hemiyê heye.
Girtina zarokan, zîndan kirina wan, karanîna zarokan çi siyasî çi civakî û çi bi awayek din xirabiya herî mezine ku li dijî mirovatiyê tê kirin. Vêca adaleta serokwezîrê Tirkiye dixwaze behra kurdan , behra zarokên kurdan têde tinebê ew ne adalete tiştek dine. Bila adalet ji bo hemî mirovatiyê be..
10.06.2010
Dara Bilek
Xeber/Analiz