Talabanî cejna Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Îro bi minasebeta hatina cejna Remezanê Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku, ev jî texta vê ye;

Bi navê perwerdegarê bexşende û mihiriban

Birayê birêz kak Nêçîrvan Barzanî

Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêvî dikim cejneke be tîjî ji şadî û bextewerî û bibe sedema bextiyarî û bexteweriya Gelê me û zêdetir bihêz kirina peyvendiyên hevpeymanî yên me û ev yek jî vê bandoreke gelek erênî bike ser jiyana me ya Kurdewarî û berbe pêşeve çûna aştî, tebayî di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de di bin navê parastina berejwendiyên bilind yên Gelê Kurd û bi dest xistina armancên reva yên Gelê Kurd.

Careke din cejna we pîroz be

Her bijîn şad û serkeftî bin

Birayê we mam Celal

Nerîna min :