Cîhan

Suudiye: Îran berpirse ji pirçekkirina grûpên terorîstî

Îro li Riyaza paytexta Suudiye, her yek ji Brain Hook Nûnerê Îdareya Amerîka yê karubarê Îranê li gel Wezîrê Derveyê Suudiye Adil Cubêr civiyan û paşê civîneke rojnamevaniyê saz kirin.

Li vê civînê de Adil Cubêr got: Li civînê de me behsa pêwîstiya rûbirûbûna kirdarên tawankariyên Îranê li gel îdareya Amerîkayê kir. Îran berpirse ji pirçekkirina grûpên terorîstî li Sûriye û cîhanê da, bi taybetî jî Husiyên Yemenê û di dema derbasbûyî de 1659 êrîş kirine ser Suudiye. Daxwaz ji civaka navdewletî dikîn, qedexeya bazirganîkirina çek li ser Îranê bê dirêj kirin. Ji ber ku ew qedexe nemîne Îran zêdetir dijminkariyê dike.

Back to top button