Kultur

Pirtûka Sêpirsê

Ev pirtûka bi navê SÊPIRSÊ ku ji 46 rûpelan pêk hatiye, berhemek ji berhemên Folklora Kurdî ye û ji aliyê naveroka xwe ve pir dewlemend e, ji ber ku tê de sê pirs hene, merov pir disêwirînin û meriv tê de pêrgê babetên balkêş dibe. Ji ber hindê pirtûk hêjayê xwendinê ye û pêdiviya ciwanên Kurd pir pê û bi yên wisa heye.

Çîrok di sala 1995an de, ji aliyê helbestvanê Kurd û Pîrê Herêma Xerzanê rêzdar Ebdulah Celanî ve hatiye bidestxistin. Celan ew di arşîva mejiyê xwe de parastiye û 26 sal şûnde, di meha Adara 2020î de jî nivîsixye. Lektoriya wê, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye kirin.

Ebdulah Celanê salxur, bi wê kalîtiya xwe du pirtûkên dî jî weşandin. Yek helbest in û bi navê HELIZ, yek jî GOTINÊN PÊŞIYAN e.

Divê ciwanên me li xebata vî kalî bisêwirin û jê ders werbigirin. 

Rêzdar Celanî bi malikekê, weha xwe daye naskirin:

Ez im ew Ebdulah CELAN

Dinivîsim li ser tewran

Xwest min ku xwe bikim beyan

Cimzerqî me li nêv Xerzan.

Pirtûk ji aliyê weşanxaneya ”PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî” ve li Swêdê  hatiye weşandiye.

Hêja ye ku filîmên karton li ber naveroka SÊPIRSê werin çêkirin.

Em wek Rojeva Kurd, rêzdar Ebdulah Celanî pîroz dikin û jê re serkeftin dixwazin.

PENCÎNAR

Weşanxaneya Çanda Kurdî

(Kurdiska kulturforlag)

Bromma/Stockholm SVERIGE

Tel: + 46 70 76755

Tel: + 90 544 266 08 03

Malper: www.pencinar.se

E-mail: [email protected]

Çapxane: Pencînar

Rojeva Kurd Stockholm 29/ 06/ 2020

Back to top button