Kultur

Miluxiye li wargeha Dareşekran de çandin

Beşek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê li wargeha Dareşekran ya li Hewlêrê mijulî berhemanîna cûreyek ji sewzeyê ne ku yekemîn care li Başûrê Kurdistanê tê berhemanîn û dîroka wê sewzeyê vedigere ser hezar salan zêdetir.

Ew sewze navê wê Miluxiye ye û li ser rûberê çar donim zevî li wargeha Dareşekran tê berhemanîn, li gor wan cotyarên wargeha Dareşekran ku mijulî berhemanîna wî sewzeyêne, mehane zêdetirê yek tonan berhemtînin.

Ew cotyar berhemên xwe li nava wargehê de difroşin û dibêjin, eger zêdetir bûya me dikaribû li bazaran de jî bifrota.

Back to top button