Civak
Îran li Hewraman çendîn kolberan birîndar kir

Li gor zanyariyên xwecihî hêzên Îranê li tixûbê Newsûd teqînê li desteyeke kolberan kiriye û li encama wan teqînan de çendîn kes birîndar bûne ku nasnavê wan sê kolberan bi vî awayî ye: Arif Xudêdadî 48 salî yê xelkê Ciwanro, Cemîl Ebdî 29 salî yê xelkê Selasa Bawecanê û Tofîq Ristad xelkê Merîwanê ye.