Cîhan

Sûriye jî komkujiya dijî Ermeniyan pejirand

Parlemena Sûriye li civîna xwe ya îro da tawanên dijî Ermeniyan bi “tawana komkujiyê” nasand ku ji aliyê dewleta Osmaniyan ve li destpêka sedsala 19 hatibû encamdan.

Hisên Raxbid Endamê Parlemena Sûriye li daxuyaniyek de ragihand û got: “Me li civîna xwe ya îro da bi giştiya dengan tawana komkujiya dijî Ermeniyan şermezar kir ku ji aliyê dewleta Osmanî ve li destpêka sedsala derbasbûyî hatibû encamdan”.

Ev biryar jî di demek daye ku 12-12-2019 Kongresa Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka proje yasaya bi jenosayd nasandina Ermeniyan pejirandibû.

 

Back to top button