Cîhan

Sûriyê êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike

Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û got terorî ne li dijî pirensîpên yasaya navdewletî ne.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got, “Em bi tundî êrîşên terorî yên li ser baregeha rûniştina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku grûpên ji dervî yasayê encam dane, şermezar dikin”.

*”Gefê li ewlehî û seqamgêriyê dikin”

Wezareta Derve ya Sûriyê got jî “Ev karê dijminane û neyasayî gefê li ewlehî û seqamgêriyê li Iraqê û deverê dikin û li dijî pirensîpên yasaya navdewletî ne”.

Wezareta Derve ya Sûriyê got, “Em tekeziyê li ser Helwesta Sûriyê ya negor derbarê piştgiriya seqamgîriya Iraqê û yekbûna xaka wê û redkirina tevaya destwerdanên çekdarî di karûbarên wê yê navxweyî de dikin”.

Back to top button