ENKS êrîşa li ser mala serokê Herêma Kurdistanê şermezar dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar kir û bang li Hikûmeta Iraqê kir ku bi berpirsayetiya xwe rabe.
ENKS di daxuyaniyekê de got, “Em bi tundî êrîşa gunehbar a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku grûpên bi ser Îranê ve encam dane, şermezar dikin”.
ENKS da zanîn, “Ev êrîş binpêkirin e ji tevaya yasayên navdewletî û mirovî re û hewleke ji bo têkdana ewlehî û seqamgêriyê. ENKS diyar kir ku Em li gel Miletê herêma Kurdistanê radiweste û vî karê tawankarî red dikin”.
*”Berpirs bin”
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bang li Hikûmeta Iraqê kir ku bi berpirsayetiya xwe rabe û rêkaran ji bo rawestandina van grûpên dervî yasayê bistîne.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî her weha banga li Civaka Navdewletî û di serî de Emerîka kir ku miletê Kurdistanê, ewlehî û seqamgîriya wî biparêze û karê cidî bike ji bo qedexekirina êrîşên ku gefê li serweriya herêma Kurdistanê û silametiya welatiyê wê dikin.

