Suriye: Em bi Tirkiyê re şer naxwazin lê em amadene ku xwe biparêzin jî

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Suriyê Cîhad Makdîssî, bi Bloombergê re axifî. Di daxuyaniya xwe de li ser bûyera Akçakaleyê ku, ji aliyê Suriyê top hatibû avêtin û topê îsabeta malekê kiribû û di encamê de 5 hemwelatiyên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku, wana di derbarê wê bûyerê de lêkolînan dikin. Makdîssî anî ziman ku, Suriye, bi Tirkiyê re naxwze têkeve nav şerekî lê, ji bo xwe parastinê jî wana ê amadene.

 

Cîhad Makdîssî wiha dipeyive: “Niha Suriye, di helwesta xwe mudafaa kirina meşru de ye û wê li gorî vê tevbigere. Di mijara leşkerî de em naxwazin bi Tirkiyê re bêne rû bi rû. Bûyera Akçakaleyê ne êrîş bû, ew qeza bû. Sedema vê bûyerê jî, hêzên çekdar yên ku li wê herêmê tevdigerin in. Em nabine aliyê ku şer destpê kiriye. Lê ji bo parastinê jî em ê hazir in.”

Cîhad Makdîssî, diyar dike ku, hikumeta Suriye, li hemberî hêzên terorîst yên ku ji aliyê hin dewletan ve tên destek kirin şer dike û heta ev komên çekdar çekan bernedin jî, çareseriyeke demokratîk ne pêkan e.

Tê zanîn, di çapemeniya Tirkiyê de, her roj li ser şerekî dijî Suriyê gellek daxuyanî tên kirin. Parlementer û rayedarên ku dibêjin, “em karin di hundirî 3 seetan de heta Şamê biçin” jî hene û artêşa Tirkiyê jî, leşker li ser sînorê Suriyê bicîh dike û her diçe veguhestina di vê warê de jî zêde dike.  

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: