Cîhan
Suriye: Divê Amerika ji axa me derkeve
Ajansa fermî ya Sûryê da xûyakirin ku hebûna hêzên Amerîka û her hêzekî ne bi destûra hukumetê li seraxa Suriye, serweriya welat binpê dike.Ajansa fermi ya Suriye dibêje: Hebûna hêzên Amerîka li Sûryê bi ti awayî nayê qebûlkirin, Amerîka roleke xirab li Sûryê dilîze û bi berdewamî kar dike ku bizavên çarekirina kirîza Sûryê jinav bibe, ew jî ji bo xizmetkirina pirojeya Israîl e.Herweha wezareta derve ya Sûryê ji Amerîka xwest hêzên xwe bê merc ji Sûryê bikşîne ji ber ku bi gotina wê: Hebûna wan hêzan li Sûryê serweriya wî welatî û serxwebûna wî binpê dike.