
Li ser daxûyaniya hukumeta Kurdistanê ya ku dibêje em pêşwazî li biryara dadgeha federali ya Iraqê dikin, di medya Tirkî de gelek nerast wek nûçe hate ragihandin û şiroveyên çewt hatin kirin. Medya Tirkî wek gavek paşve ya hukumeta Kurdistanê dinirxîne û îdia dike ku ev biryara hilweşandina referanduma serxwebûnêye. Dadgehê daye xûyakirin ku , ew nikarin bêjin çêbûna referandumê li dijê yasayê ye.Di vê derbarê de civata wezîrên hukumeta Kurdistanê daxûyaniyek belav kir û dibêje:Sekreterê giştiyê Civata Wezîrên Îraqa Federal li roja 05.11.2017ê daxwaz ji Dadgeha Balaya Federal kir madeya yekem ji destûra Îraq rave bikin û wê dadgehê jî li roja 06.11.2017ê biryara 122 derxist û dîtinên xwe li ser wê madeya destûrî diyar kir, teksta madeya yekem ji destûra Îraqê bi vî awayî ye: “Komara Îraqê dewleteke federalî serbixwe ye, xwedî serweriyeke timam e ku sîstema hukimdariyê tê de komarî, parlamentoyî û demokrasî ye, ev destûr garantera yekêtiya Îraqê ye”Herêma Kurdistanê hertim tekîd li ser wê yekê kiriye ku nakokiyên navbera desthilatên federalî û herêman bi pabendbûn û bi rêyên destûrî û qanûnî bên çareser kirin, li ber ronahiya helwesta me ya zelal bi pêşwazîkirin li her destpêşxeriyekê di vî warî de, li pêşiya hemûyan jî destpêşxeriya Ayetulayê mezin Seyd Elî Sîstanî û hindek kesatiyên îraqî û welaêtn dostên gelên Îraqê ku, ji bo çarserkirina pirsgirêkan vegerin ji bo destûrê.Em hûrmetê ji wê ravekirina Dadgeha Balaya Federalî ji bo madeya yekem a destûra Îrasqê kirî, digirin, di heman demê jî de, em careke din tekîd dikin ku bi baweriya me pêwîste ev bibe esasek ji bo destpêkirina diyaloga niştimanî a giştgîr ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya bicîkirina timama hemû madeyên destûra Îraqê bi awayekî ku bibe sedema garantîkirina parastina maf û desthilat û teybentmendiyên bên di destûrê de ji ber ku ev yek rêya êkaneye ya garantîkirina yekêtiya Îraqê weke di madeya yekem a destûrê de hatiye.Hikûmeta Herêma Kurdistanê14.11.2017