Cîhan

Ebadi pêşwazî li daxûyaniya hukumeta Kurdistanê dike

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê axavtina xwe ya heftiyê de behsa daxûyaniya hukumeta Kurdistanê kir.Ebadî got, ku ew pêşwazî li vê biryara nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û tekez kir: “Ez daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku alîkar bin bo cîbicîkirina Destûr û rêvebirina deriyên sînorî û ez pêşwazî li daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.”Ebadî herwiha got: “Hikûmeta Iraqê pabend e bi dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.”Serokwezîrê Iraqê derbarê erdheja pêr şev û zirarên ku gihîştine Bendava Derbendîxanê jî got: “Bendava Derbendîxanê bê kêşe ye û ti metrisî li ser bendavê nîne.”

Back to top button