Polîtîk

Sûriya ber bi kû ve diçe?

 Sûriya ber bi kû ve diçe?

Ji 15ê vê mehê ve (adarê) xwepêşandin û meşên nerazîbûnê li dijî rêjîma sûrî dest pê kirin. Di serî de li bajarê Derèayê dest pê kir û nuha gelek bajarên din tevlî bûne weke Şamê, Humsê, dora Derèayê, Reqa û hinek ji Helebê û Banyas, ceblê û Latiqiyê jî.. Kuştî bi dehan e (hinek jêder basa 100 kuştî dikin) û birîndar jî bi sedan e, lê ji ber ko rêjîm rê nade ajnsên ragihandinê loma mirov rastiyê bi timamî nizane.. Herêmên kurdan ta nuha aram in, lê tê ragihandin ko îro li Qamişlo hinek peyayên rêjîmê meşek ji bo piştgîriya rêjîmê saz kirine..Piraniya wan ji ereban û suryanên beèsî ne..

Di encama van bûyeran de, rêjîma sûrî soza hinek guhertinan kir, ji wan:

-Rakirina rewşa awarte di demeke pir kin de..
-Rakirina  (mersûm)ê  49an, ko li dijî kurdan hatibû danîn..(qedexekirina kirîn û firotina erdan û xaniyan)..
-Zêdekirina meèaşan…
-Derxistina qanûneke nû ji bo partiyên siyasî..
Û çend xalên din weke şerê gendeliyê, derxistina qanûneke nû ji bo ragihandinê û hwd..

Balkêş bû ko li himber pirsa rojnamevanekî li ser pirsa kurdên bê nasname , şêwerdara serokê sûrî got ko ew gotina Kurd ko wê bi xwe di pres konfransî de bi kar anîbû,  bi kar nayînin, û ew jî hemwelatiyê sûrî ne, û ev mijar tê munaqeşekirin..!!

Miletê sûrî û nûnertiya wî ya siyasî baweriya xwe bi van sozan nayînin, ji ber ko gelek caran sozên bi vî rengî hatine dan bêyî ko di praktîkê de tiştek bê guhertin. Ji alîkî dî ve şêweyê pêşkêşkirina van sozan bi xwe gomanên ji dil peyda dike, û ev şêwe nîşan dide wekû ko ev sozên guhertinê ji ber qencî û dilsoziya serok be  ..Loma jî tê gotin ko eger rêjîm ji dil guhertinan dixwaze pêwîst e ji kêmanî ve bi hêzên siyasî din, û nûnerên miletê sûrî re rûnin û li ser xwestinên milet dan û standin bibin û bi van nûneran re bigihine biryarên hevbeş ..Yan na li gor çavdêrên siyasî xapandin e..

Wa diyar e ko rêjîma sûrî guhertinên li herêmê û helwesta cîhanê û hêzên mezin baş nabîne û naxwîne..Eger Emrîka û Ewrûpa û Israyîl amade bûn ko dev ji dost û hevalbendekî xwe yê salan û hêja weke Husnî Mubarek, berdin, dêmek pêwîst e Beşarê ko xwe weke dijberê van hêzan diyar dike êdî kara barkirinê bike..Ji xwe helwestên ko ji paytextên xwedî biryar tên, nameyên nêzîkî vî tiştî diyar dikin..Yekîtiya miletan, Yekîtiya Ewrûpa, Emrîka , Fransa û Elmaniya hemî ji rêjîma sûrî dixwazin ko tundiyê li himber milet rawestîne û rêformên ji dil têxe jiyanê û di asta gotinan de nemîne..Ji xwe li pêşiya rêjîma sûrî du altirnatîv hene, yek jê ko careseriyê bi mêtodên ewlekariyê de bibîne û li ser kuştin û zorê dewam bike û di encam de ev xwepêşandan û berxwedan ferehtir bibin û miletê sûrî bi giştî rabe û dawiya rêjîmê bîne, ya din li milet û xwestinên wî guhdarî bike û rêforman pêk bîne û di encam de dîsa wê dawiya rêjîma Beès bîne, lê wê di dîrokê de xwedî rûmeteke din be..Loma pirs ew e gelo rêjîm wê kîjan altirnatîvi bibjêre..? Di baweriya min de ew ê mixabin altirnatîvê pêşî bibijêre ji ber hebûn, mêntalîte, raman, dîrok û îdiyolociya vî rêjîmî..

Kurd wekû rêxistin hîna çavdêriyê dikin, û ev yek kare di pêşeroja sûrya de kurdan qels bike, loma pêwîst e ko ev derfeta dîrokî ji aliye tevgera siyasî baş bê nirxandin , û ji alîkî dî ve imkaneke pir mezin heye ko insiyatîv careke din (weke 2004an) ji destê tevgera siyasî derkeve û xort dest bi tevgereke protestoyî bikin, wê çaxê hem li himber miletê sûrî û hem jî li himber miletê Kurd wê tevger wendayên girîng bide..Kêlî berî kêliyê divê ko tevger biryara xwe bide..Erê û na bi hev re nabe..

Dîsa weke li jor hatî gotin, mixabin wê xwîna miletê sûrî di rojên pêş de biherike, lê dawiya rêjîmê jî hatiye, û milet êdî dixwaze bi keramet û azadî bijî..bi gotinên vala û bi sozên derew nema tê xapandin..Rêjîmên kirêt weke rêjîma Sûrî êdî li cîhanê li ser tiliyan têne jimartin û bi vî çaxî re nema diguncin, loma wextê çûnê ne bi tenê hatiyê lê herweha dereng jî ketiye..

Nûçe/Analîz
Rojevakurd: K.H

Back to top button