Stockholm: Rewresmek ji bo Cewher Namiq Salim
Roja yekşemê di nêvbera seet 13.00 û 16.00-ê de kurdên ji herçar parçeyên Kurdistanê dê li Stockholmê siyasetmedar û têkoşerê kurd Cewher Namiq Salimî bi bîr bînin.
Cewher Namiq Salim rêberekê siyasî û eskerî yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê bû. Sala 1976-ê ew wekî berpirsekê bilind yê Qiyadeya Miweqet li bakurê Kurdistanê li Gundikê Melî û Şirnexê ma û ji wêderê şerê li dijî desthilata dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Hisênî ji nû ve organîze kir.
Sala 1992-ê Cewher Namiq Salim bû serokê pêşiyê yê Parlamentoya Kurdistanê û paşê wekî sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrat ya Kurdistanê jî têkiliyên wî hertim bi kurdên hemî parçeyên Kurdistanê re xurt bûn.
Cewher Namiq Salim yek ji serkirdeyên başûrê Kurdistanê bû ko hertim siyaseteka neteweyî ya Kurdistana mezin di plan û dilê wî de hebû ji bo wê jî bi aşkerayî rexne li siyaseta lokalîst ya desthilata Kurdistanê digirt.
Cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî li Hewlêrê di merasima cenazeyê Cewher Namiq Salimî de got:
— Di sala 1976-ê de bi destê vala, tenê bi gopalekî, tarîka şevê qetand û çû bakur. Zêdeyî 9 mehan li mala çend hevneteweyên xwe hat veşartin heta derfeta vegera başûrê Kurdistanê bi dest ket û li dijî şovenîzma Iraqê dest bi parastin û xebatê kir. Ew nimûneya kadro û serkirdeyê fedakar û xwebexşê neteweyî bû. Ji dûrtirîn başûrê devera Germiyanê heta bilindtirîn devera bakur, ew û hevalên xwe di serkirdayetîya miweqet ya sala 1976-ê de bûn, û piştre bûn sembola yekbûna xebat û berevaniyê li hemî parçeyên Kurdistanê. Herwiha Cewher Namiq bi canê kurdewariya resen ya Germiyanê rastgo û cidî bû di karûbarê hizbî, civakî û peywendiyan de.
Cih: Restauranta Darîn
Tarîx: 27/3 2011
Wext: 13.00–16.00
Navnîşan: Rissneleden 10
163 54 Sundbyberg
T-bana: Hallonbergen
PARTIYA DEMUKRATA KURDISTAN – SWÊD