Polîtîk

Supayê Iraqê li Kerkûkê rê dide terorîstan

Di vê derbarê de ajansa PNA hinek zanyarîyên giring bi dest xistine. Li gora van zanyarîyan nivîsek bi hejmara 1039, ji hemû yekeyên (beşên) hêza 12 a supayê Iraqê re hatiye şandin û li gora wê nivîsa han daxwaz ji van hêzan hatiye kirin, ku ew rê nedin hêzên polîsê qeza û devrên Kekrûkê ber bi çend qeza û devrên ser bi parêzgeha Kerkûkê ve biçin.
 
Li gora wê dokumenta han ew jî dê rê li berdem terorîstan û xirabkaran veke, da ku ew kirdarên xwe yên terorane pêk bînin û alîkarîya kevne Besîyan bikin.
 
Rêvebirê polîsê qeza û devrên Kerkûkê Serhed Qadir di vê derbarê de daxuyaniyek taybetî da PNA û ragihand, ku wan li gora nivîsekê pîkol kirine rê ji hêzên polîs bigirin, da ku nekaribin li qeza û devrên dora Kerkûkê kar û erkên xwe bi cih bînin.
 
Serhed Qadir di dirêjîya daxuyaniya xwe de weha jî got: Em wan hişyar û agahdar dikin, ku heger rê li encamdana kar û erkê me bête girtin dê wê demê em jî di bersiva wan de weha bibêjin, ku di her karekî xirabkarane û anarşîk de em wan bi berpirsyar dizanin, ji ber vê yekê, em ji wan re dibêjin, ku dê hêzên me li ser kar û çalakîyên xwe berdewam bin û em rê nadin ti kesî yan jî alîyekî ku rê ji kar û çalakîyên hêzên polîsê Kekrûkê bigire.
 
Rêvebirê polîsê qeza û deverên Kekrûkê tekezî li ser wê çendê jî kir, ku ew naxwazin bi awayekî dijwar vê arêşeyê(problemê) çareser bikin, belê heger tiştek wisa jî çê bibe, hêzên polîsê Kerkûkê û hêzên polîsê qeza û deverên dora Kerkûkê bi temamî di amadebeşîyê de ne, da ku bi wan astengîyan re rû bi rû bibin, ku pêşîya bi cihanîna erk û çalakîyên hêzên polîsê Kekrûkê bigirin.

 

Nûçe: Aram Şêrko / Kerkûk

Back to top button