Cîhan

Qeçaxçiyên Kurd hatin girtin

Li dadgehek a bajarê Brûksel a Belçîka, 13 Kurd bi tometa ‘Bazirganiya mirovan’ hatine dadgehkirin û cezayê 2-8 salan girtîgeh ji wan re hatiye birîn. Ew Kurd ji aliyê polîsên Belçîka û gelê herêmê ve wek “Grûba Kurdan a bê rehm” tê naskirin. Polîs texmîn dikin ku di nava 2 salan de nêzîka nîv milyon Euro ji qeçaxçîkirinê ketibe destê wan.

Temenê Peter nêzîka 25 salan e û xwendekar e. Peter li benzînxaneyeke li ser rêya navnetewî E-40’ê ku li ser sinorê deryayî yê navbera Belçîka û Birîtaniya dirêj dibe, behsa berî du salan dike; Qeçaxçiyên Kurd ew tengav kiribûn; “Lezûbez hatin hindir û her tim temaşeyî kamerayên nava benzînxaneyê dikirin..” Navbirî 3 sal e li wê benzînxaneyê çend saetan kar dike û mesrefa xwendina xwe dertêxe. Dema em nûçeya cezakirina qeçaxçiyan a ji aliyê dadgehê ve didinê, pê dikene û dibêje: “Gihan cezayê xwe.”
Çîroka qeçaxçiyên ku Peter behs dike, ji sala 2009’an ve dest pê dike. Hêjmara wan 14 kes bûn û hemû jî ji Başûrê Kurdistanê bûn.

Polîs xwe vedişêrin

Polîsên Belçîkî xwe ji behskirina hûritiyên wê dosyeyê vedişêrin. Ne polîsên federalî û ne jî polîsên Brûksel-Asse amade nabin ku ji Rûdawê re biaxivin. Dema em têkiliyê bi nivîsîngeha rojnamevanî ya polîsan ve çêdikin, ji me re dibêjin, ya hûn pirs dikin, bersiva wê li gel me nîne.
Polîsên Brûksel-Asse di sala 2009’an de dest bi pêngava lêgerîna ji bo dîtina kesên bazirganî bi mirovan dikin, kirin. Wê demê polîs li benda her tiştekê bûn, lê ne li benda wê yekê bûn ku rastî grûbek qeçaxçiyên Kurd ên li wê herêmê bibin. Ev li ser şikayîta dozgerê giştî qeçaxçiyan digirin û roja 9’ê Sibat a 2011’an li dadgeha Brûkselê li himberê wan doz hatiye birêvebirin.

Pereyê xwe rêkirine Kurdistanê

Destpêka eşkerebûna wê grûbê wek tesadufê ye: Hinek ji endamên din ên wê grûbê li navçeyekê tên binçavkirin û di mikûrhatinê de behsa hebûna; “Grûbek Kurd a tûnd” dikin. Li gor gotinên wan wê grûba Kurdan hemû cihên rawestandina kamyonên barhilgir kontrol kirine û ti grûbek din bêyî pirsa wan nikare li wan parkan kar bike. Endamên gûbê li wê parkê qeçaxçiyên koçber ên ne yasayî bi dizî siwarî wan wesayîtên barhilgir dikin. Piştre ber bi Birîtanya ve rêdikin.

Polîsên federal ên Belçîka di lêkolînên dawiyê de gihan wê encamê ku ew 14 Kurd di navbera salên 2009-2011’an de herî kêm 160 grûbên penaberan ber bi Birîtanya ve rêkirine. Di encama vê yekê de jî nêzî nîv milyon Euro ketiye destê wan. Polîsên Federalî yên Belçîka di lêkolînên xwe de digihîn wê encamê ku ew pere, “Bi rêya bankê cara yekem li Birîtanya kom kirine.” Piştre bi rêyên ne fermî rêkirine Başûrê Kurdistanê, “Li wê derê jî xanî, zevî û tişt pê kirîne.”

“Mişkên hişyar”

Niha parkên li ser rêya E-40  aram in. Di hinek parkan de di nava rojê de şofêrê wan wesayîtên barhilgir razayîne. Dema em li yek ji wan parkan dest bi wênegirtinê dikin, xebera kesê jê çênabe û em ti dengekê jî nabihîsin. Weke ku hikûmkirina wê grûba Kurdan aramî xistiye dilê wan û êdî ji ti tiştê natirsin. Em digihin parkek din. Li wê derê jî hêjmarek şofêrên barhilgir rawestiyane, lê vê carê zilamek ji kamyonek barhilgir tê xwar û ber bi me ve tê. Dema em li gel diaxivin, amade nabe ku navê xwe bêje û wênegirtinê jî qedexe dike. Em jî daxwazê jê dikin ku li beramberî hinek penaberên ku rojek ji rojan di kamyona wî de hatîn girtin, ji me re bêje. Ji bo wî şofêrî Alman, penaber wekî; “Mişkê hişyar in.” Navbirî wiha dom dike; “Gelek caran dema polîsan ew kamyonên barhilgir aniyîn xwar, ez rastî ecêbmayînê bûm çawa karîne xwe wisa bi awayek baş veşêrin.”
Ew dibêje, 6 sale di wê rêyê de kar dike û hinek penaber dîtine ku di wesayîtên barhilgir de xwe veşartîne û li gel wan hatine.

Zilamek Çînî dane ber kêran.

Ew penaberên ku bi rêya wê grûbê hewl dane derbasî Birîtanya bibin, ne tenê Kurd in. Kesên ji welatên din ên cîhanê û bi taybet jî ji parzemîna Asyayê ne. Mînak, yek ji wan 13 Kurdên ku hatin cezakirin, bi kêrê êrişî zelamek Çînî dike û 10 kêran lê dide.
Zilamek Çînî ji kampek taybet girêdayî wê grûbê, di nava daristanek a Brûkselê de radibe û xwe digihêne nava bajêr. Lê grûb lê digere û dema di dikanek a gûlfiroşan de wî dibînin, yek ji wan Kurdan wî îxtiyarî dide ber kêran. Ew zilamê Çînî namire, kesên ku ew bûyer pêkanîn nas dike û dide girtin. Ev jî dibe destpêka girtina 13 Kurdên din.

Şeva 17’ê Sibatê, 10 Kurdên din bi tometa qeçaxçîkirina bi mirovan û tê gûman kirin girêdayî heman grûbê bin, li Belçîka tên girtin. Ev jî grûba herî mezin a qeçaxçiyên Kurd e ku heta niha li welatekî Ewrûpa tê girtin û cezakirin.
Herwiha li gor biryarek a dadgeha bajarê Bruxxe ya Belçîka, 4 Kurd (2 ji başûr û 2 rojhilatê Kurdistanê) cezayê 1 sal heta 18 meh girtîgeh, li wan hatiye birîn.

Li gor nûçeyek a Ajansa Nûçeyan a Belçîka (Belga) yek ji wan 4 kesan, tebaxa borî li benzînxaneyek a li ser rêya E-40 a ku ber bi Birîtanya ve diçe, hatiye girtin û 3 penaber li gel bûn û ti nasnameyek li gel wan nebûn. Di lêkolînên despêkê yên polîsan de, kesên hatin girtin bi hemû awayî red dikin ku qeçaxçî bin, lê li gor Ajansa Belçîka, piştre ji polîsan re derdikeve holê ku 3 kesên din jî alîkarê wan in.
Dadgehê biryar daye ku 4 Kurdên hatine girtin, birê 5.500 Euro wekî ceza bidin dewleta Belçîka. Divê niha ji pêncan 1’ê wî pereyî bidin û dema hatin azadkirin jî, ew pereyê mayî bidin.

Kamera ji bo penaberan tirsnak e

Penaberên dixwazin ji Belçîka yan ji Fransa ber bi Birîtanya ve biçin û li ser sînor tên girtin, bi rêya kamerayê tên dîtin. Ev kamera zêdetir amêrek a lêgerînê ye ku polîsên ser sinorê wî welatî bikartînin û bi wê sedemê çi kesê xwe di wesayîtê de veşartibe, tê dîtin. Ew amêr bi tirêjê kar dike û wekî di wî wêneyê li jora we de derdikeve, nîşanê mirov dide ku ew kesê xwe veşartî ketiye kîjan cihê wesayîtê.

Çîrokên balkêş ên wê grûbê

Gundê Asse bi fermî dikeve sinorê parêzgeha Brabantî Flamî. Lê gelek nêzî Brûkselê ye. Mirovên wî gundî li ser wê ‘Grûba Kurdan’ çîrokên ecêb dibêjin. Yek ji wan behsa wê yekê dike ku di dema xwe de polîsên navçeyê ketin bin çavdêriya parkekê û li wê derê bi dizî temaşeyî wan kirin û ji bo bizanin ew grûb bi çi ve mijûl e. Dema ew Kurd bi wê yekê dizanin ku çend polîsan xwe di otomobîlekê de bêdeng kirine û çavdêriya wan dikin, diçin û li cama wê otomobîlê didin. Piştre bi dest bal dikişînin ser polîsan ku ji wê derê biçin. Polîs jî bi gotina wan dikin. Pîremêrek ji gundê Asse dibêje: “Li cihê ku polîs wan bigirin, darê xwe datînin ser milê xwe û direvin!” Lê dibe ku polîs ji bo lêkolînê li ser wan bikin nexwestibin wan zû bigirin.Rudaw

Back to top button