Nivîsar

Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd

Di destpêkê de, pêwîst dibînim ku danasînekê bikim,  gewherê pirsa gelê kurd li Bakurê Kurdistanê diyar bikim. Hêja ye ku di vî barê de bal bikêşim li ser du xalên sereke: Gewhera pirsa gelê kurd; stratejiya çareseriya wê.

A.    Gewherê Pirsa Kurdî.
Gewhera pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê ji çar hêmanan pêk dihê : Pirsek siyasî ye, pirsa navxweyî ya hemû xelkê Kurdistanê ye, pirsa Tirkiyeyê ye; pirsek navnetewî ye .

 I. Siyasîbûna pirsa kurdî : Di rewşa Kurdistanê de û ji ber binasên (sebeb) siyaseta înkar û imhaya Tirkiyeyê li dijê gelê kurd, ku ji destpêka sedsala bîstan de dest pê kiriye, ev pirs, di  gewhera xwe de siyasî ye. Hemû pirsên din bi wê ve girêdayî ne. Pirsên civakî, aborî, çandî, pirsa mafên mirovan, pirsa demokrasiyê yan azadiya bîr û baweriyan hemû bi wê ve girêdayî ne. Ev pirs di navenda hemû pirsên din de ye, û yên mayîn li derdorên wê dizivirin li gora wê reng û rêbazan digirin. Ji ber vê yekê çareseriya siyasî ji bo vê pirsê derî vedike li ber çareserkirina hemû pirsên din.

Tarîxa siyasî ya Tirkiye ya van sed salên borî vê rastiyê dide nîşandan : Ji bilî ceribandina çareseriya Siyasî bo vê pirsê , hemû ezmûnên din hatin kirin. Lê tiyan ji wan nekarî û nikarin bibin bersiv û bi ser bikevin. Di gel ku ev rastî ji bo ker û lalan ji bo şêt(dîn) û aqildaran, ji bo cahil û zanyaran diyar e jî lê dîsan Tirkiye naxwaze vê rastiyê bibîne, û li gora wê pêngavan biavêje.

Dewlet bi hicetên cuda cuda ji vê rastiyê direve û wê wek pirsek siyasî ya gelê kurd nahesibîne, her dem navên ne rast dide wê, wek pirsa aborî, pirsa terorê û… hwd.

II. Berî her tiştekî, ev pirs ya hemû gelê kurd e : Pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê doza hemû Kurdistaniyên  bakurî ye . Anku ya wan hemû kesan e yên xelkê vê herêmê ne, ca çi ew kurd bin, çi asûrî-kildanî bin, çerkez, tirk, turkmen yan azerî bin; yan ji etnîkên din bîn. Her wisan çi dînê wan îslam bît, mesîhîbît bît yehodîbît, êzidî bît yan jî ne bawermendên bi çu dînan bin.

III. Ev pirsa ya hemû îdeolojiyan siyasî Kurdistanê ye : Her wisan li ser asta baweriyên hemdem (îdeolojî) çi muhafazakar bin, çi liberal bin, çi sosyal-demokrat bin, çi çep-perest bin yan komonîst bin , bê ferq û cudahî ev pirsa ya hemûyan e . Paşeroja me hemûyan , azadiya me hemûyan bi wê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê dibêjim : ferz e li ser her kesê ku xwe parçeyek ji vê pirsê bibine û vê pirsê ya xwe bizane û bo wê kar bike.
Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku berî Dewletê, hemû gelê kurd berpirsyar e ji bo çareseriya vê pirsê. Tifaqa netewiya Kurdan dikare Dewletê jî bîne ser riya çareseriyê.

ÇARESERÎ

Me li jor diyar kir ku pirsa gelê kurd siyasî ye û ya hemû kurdistaniyan e. Çareseriya wê ji bo hemû xelkê Kurdistanê qenciyê, refahê, azadiyê misoger diket. Herwisan ji bo hemû xelkê Tirkiyeyê jî encamên erênî, îstiqrar û aştiyê bi xwe re peyda diket.

Ji bo vê yekê pêwist e ku Kurd li ser stratejiyek , li ser konseptek hevbeş pêk bên û bi hevre ji bo binecihkirina wî bixebitin. Ji bo vê yekê bawer dikim ku stratejiyek sê-qonaxî bo Kurdan ferz e. Min di dema damezirandina Hevbendiya Demokratîk a Kurdên Bakur de, li sala 2005 konsepta stratejiya sê-qonaxî pêşniyar kiribû. Pêwist dibînim ku di vê nivîsê de, bi kurtî wê cardin pêşniyar bikim. Bawer dikim ku şert û merc îro baştir in ji bo nîqaşkirin û nirxandinê.
 
Di destpêkê de pêwîst dibînim, bi bîr bînim ku di rewşa îro de Dewleta Tirkiye, gelê kurd li başûr ne wek netewe, ne wek kêmnetewe nas nake, nasnameya wî û mafên wî yên hevbeş qebul nake. Kurdan li welatê xwe çi desthilatdarî nînin û îradeya wan ne azad e.

 Gewherê stratejiya sê qonax ew e ku di destpêkê de Kurd nakokiyên xwe yên siyasî û îdeolojî bicemidînin, ji bo azadkirina îradeya hevbeş ya gelê kurd bi hev re, bixebitin. Zemîneyek siyasî biafirînin taku Dewlet vî gelî û mafên wî yên siyasî, çandî nasname û mafên wî yên hevbeş nas bike û di destûrê de bi cih bike. Paşê her partiyek siyasî, di zemîneyek azad de, di merc û şertên demokratîk de di kare mucadeleyê li dijê hev ji bo desthilatdariyê (îktîdarê) bike. Ji bo ev armanc bi cih bibe  pêwîst e ku tevgera siyasî ya kurd stratîjiyeke sê-qonaxî bipejirîne û li gora wê mucadeleya siyasî ya hevbeş bimeşîne.

    Qunaxa yekemîn :
Di vê qunaxê de, fere ku xebatek zanyarî, siyasî bo amadekariya kongereyek berfireh bo Kurdistana Bakur bi vî awayê jêrî bihête kirin:

1. sazkirina komiteyek amadekar. Komîte ji nunerên partiyên siyasî û saziyên   civakî, ji kesatiyên siyasî akademîk yên serbixwe hem li Kurdistanê hem li derveyî welat pêk bihêt.
 2. Komite dîtin û daxwazên cudacuda komdiket, diyalogê digel hemû terfan didanît
 3. Komîte ji aliyekê ve amadekariya kongerê biket ji aliyek din ve bi riya siyasiyan û pisporan projê misaqek milli amade biket.
4.Komîte daxwazên hebeş yên kurdan binirxîne, ditinên hemû terefan nêzukî hev biket û di dawiyê de pêşniyarek hevbeş amade biket û pêşkêsî Kongrê biket.
5.Komîte karê xwe di domîne heta ku kongre bihête kirin û biryarên wî bihêne dayîn. Ew qunaxe di domîne heta bi dawîbuna civîna kongrê.

Qunaxa duyemîn :
 Qunaxa duyemîn bi dawîhatina kongrê dest pêdiket û heta binecihkirina armanc û biryarên wî di domînît.
Armancên kongrê :

1.Tifaq li ser daxwazên hevbeş yên gelê kurd jio ku ew di destora Tirkiye de cih bigirin û gora wê pirsa kurd bihête careserkirin.
2.Konseyek bala bihête afirandin ji bo ku ew bi berdewamî û bi yek dengî pirsa gelê kurd di asta Tirkiye de û di asta navdewletî de bi şopîne.
3.Konsey di xebîtî ku bi berdewamî diyalog di nav hêzên siyasî yên Kurdistana bakur de hebe û hemû nakokî bi riya diyalogê bihên çareserkirin.
4.Konsey di xebîtî da ku diyalog di navbera parti û saziyên kurd de û di navbera dewletê de berdewam û xurt bibit.
5.Konsey di xebitît da ku çareseriyek adil û berdewam ji bo pirsa kurdi bihête dîtin û şerê çekdarî rawestît û herwisan hemû girtiyên siyasî bêhên berdan , hemû kesatiyên kurd li derveyî welat bikarin bizivirin welat.
6.Baştir dibînim ku ev konre li derveyî Tirkiye bihête kirin. Eger şert û merc musaid bin li Kurdistana Başur bihête kirin, eger ne li welatek ewropî bihête kirin. Lewma pêwiste ku kesatiyên siyasî yên ku nikarin bicin Tirkiye di vê kongrê de beşdarbibin . Pêwiste ku hind tabo jî bihên şikandin, û nunerên hemû partiyên ilegal bi xwe bi navê partiyên xwe bikarin beşdarbibin.

7.Bêguman piştgiritin û dîtinên serokê herêma Kurdistanê, Cenabê Mesud Barzanî, dê hêzek mezin peyda biket ji bo serkeftina vê kongrê û ji bo ku şer rawestit aştî binecih bibit, û ev birîna kûr di cesedê gelê kurd û tirk de saxbibît.
 
Ev qunax jî di domînit heta ku pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê bi awayek demokratîk û adilane bihête çareserkirin, bi destorê bihête misogerkirin, şer rawestît. Mafên siyasî, çandi, civakî yên hevbeş bihêne naskirin û di jiyanê de jî bihêne karanîn.

Qunaxa siyemîn :

Ev qunaxe dest pêdiket dema tehlîke liser nasnameya û hebûna gelê kurd bi dawî dihêt:
1.Dema ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bikare bi îradeya xwe ya azad biryara carenusiya xwe bide.
2.Dema ku xelkê kurdistana bakur bikarît  bi azadi, bi navên ku ew dixwazît partiyên siyasî damezirînît û nunerên xwe hilbijêrît û îdara xwe ya herêmî damezirînît
3.Demo ku desthilatdari û selahiyet di navbera merkez û hukmeta herêma Kurdistanê de bihête payvekirin. Herêmâ Kurdistanê bihête naskirin û ew di warê siyasi , civakî, îdarî, aborî û çandi de bibitte xwudan selahitên rastîne. ( heqîqi)
5.Dema perwerde, di dibistanên sereta heta xandina doktorayê jî bi zimanê kurdî bihête kirin. Piştî ku ev deskeftî misoger bibin qunaxa sêyemîn dest pêdiket.

Qunaxa çaremin.
Di vê qunaxê de, azdadî û demorasî li Kurdistanê dibîte hakim. Desthilatdarî û selahiyet di navera Merkez û îdara hêrêmî de dihête parvekirin. Irade û nasnameya gelê kurd dihête naskirin. Wê gavê armancên hevbeş yên parti û zasiyên siyasî yên Kurdistanê binecih dibin. Ji bo ku gelê me bikarit xwe baştir idare biket, xwe baştir îfade biket  pêwiste ku mucadeleya siyasi ya navxweyî, ji bo desthilatdariyê , bi rêbazên demokratik û bi azadî bihete kirin. Di zemînek demokratîk de, gelê me dikarît bi riya hilbijartinên azad nunerên xwe hilbijêrît, dengê xwe li ser proje û porgramên partiyên xwudan ideolojiyên cuda bi îrada xwe ya azad îfade biket.
Dema min di derbarê qunaxa duyemîn got ku pêwiste partiyên kurd dest ji mucadela iqtidarî li dijê hev berdin armanca min ne ewe ku ew dest ji ideolojiyên xwe berdin, lê armanca min ewe ku, berê bi hevre bi xebitin  da hêz û quweta xwe li dijê hev zeif nekin, da hêza xwe berî ji bo mafên gelê kurd bi karbînin. Piştî ku ew maf bi dest xistin her partiyek di karît, mucadelaya îqtidarê bi rêbazên demoqratik biket.

Dr. Musa Kaval

Mamostayê zanistiyên siyasî,Têkiliyên navdewletî.
[email protected]

Back to top button