Polîtîk

Steinmeier dîsa xwest serdana Kurdistanê bike

Piştî nîvroya îro sêşem 04.02.2014 Frank-Walter Steinmeier Wezîrê Derveyê Almanya bi germî pêşwaziya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li gor zanyariyan di navbera Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê û Frank-Walter Steinmeier di demjimêr 17:30 êvarê li avahiya Wezareta Derveya Elmanya kobûnek birêveçû. Li civînê de behsa gelek babetên li ser Herêma Kurdistanê û rewşa rojhilata navîn û pêwendiyên di navbera Kurdistan û Elmanya kirin.

Wezîrê Derveyê Elmanya behsa serdana xwe ya berê ya Kurdistanê kir û xwest ku careke din jî serdana Kurdistanê bike.

Li vê hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Elmanya behsa serdana xwe ya berê ya Kurdistanê kir û xweşhalî û sosretiya xwe li beranber wan pêşketinên li Herêma Kurdistanê da pêkhatine nîşanda.

Li beşekî axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Elmanya di derbarê rewşa Iraqê bi giştî û parêzgeha Enbar bi taybetî û hilbijartinên pêş ya Iraqê û pêşbîniyên ji bo nexşeya siyasiya Iraqê li piştî hilbijartinê û çend pirsiyarekî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Li beranber da Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê derbirî û hêvî xwest ku Wezîrê Derveyê Elmanya carekî din serdana Kurdistanê bike bo ku zêdetir li pêşketinên Kurdistanê aşna bibê. Her wiha Serok Barzanî peywendiyên di navbera Elmanya û Herêma Kurdistanê bi girîng nirxand û li bersîva pirsiyarên Wezîrê Derveyê Elmanya da û ronahî xiste li ser rewşa asayîşa Iraqê û parêzgeha Enbar bi taybetî û bi pêwîstî zanî ev pêvajo bi zûtirîn dem bê çareser kirin û got: “Çareseriya giştî eweye ku Iraq pabendbê bi sîstema federalî ji ber ku eve bingeheke serekiye li destura Iraqê de”. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku pêwîste hemû aliyek hevkar bin ji bo berengarbûna terorîstan ji ber ku niha ew bi hêztirin û bûne êrîş û tehdîdek li ser hemû navçeyê. Di derbarê hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hemu aliyek pabend bin bi encamdana hilbijartinê ya li dema xwe ya diyarkirî da.

Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiye Serok Barzanî bi zelalî behsa ewe kir ku ew peywendî li berjewendiya her du alî û li heman demî de li berjewendiya Iraqê jî daye. Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî behsa hilbijartinên Parlemena Kurdistanê û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û got: “Ewlewiyata hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, berdewamiya asayîş û aramiya li Herêma Kurdistane û her wiha berev pêşve birina hemû aliyên jêrxana Herêma Kurdistane”. 

Li vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Elmanya û pêvajoya revenda Kurd li Ewrûpa û rola wan ya li avadankirina Herêma Kurdistanê nirxandin. Hêjayî gotinêye peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û siyaseta nefta Herêma Kurdistanê û her wiha pêvajoya siyasiya navçeyê û Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button