Halî: Nifşeke ji zanistê lawaz, tehdîde li ser asayîşa nîştimanî
Nezhet Halî Birêveberê Ajansa Parastinê, ji bo xwendekarên peymangeha yasaya zanîngeha Soran li bin navnîşana parastina asayîşa herêmê û rola xwendekarên zanîngehê ya li vî warî da semînarek pêşkêş kir.
Li vê semînarê da tîşk xiste li ser çemka asayîşê û weku bihayekî siyasî û civakî û yek ji pêdiviyên serekiyên mirov di civakêda da zanîn. Hali diyar kir ku pêgihiştina nifşeke lawaz ya li warê zanistiyê de tehdîde li ser asayîşa nîştimanî
Hali di derbarê rola xwendekarên zanîngehê de behsa girîngiya xort û lawan ya li her civakek kir ku eve bi zelalî diyare û xort û law, ew hêza karkerin, ku dibine dînamoya pêşketina civakê, bi taybetî ku bi evîniya ax û nîştiman û dostaniya ji bo xwendinê paşê ew erkên li jiyana rojaneya wan de divê stuyê wan bê. Pêgihiştina nifşeke lawaz ya li warê zanistiyê de tehdîde li ser asayîşa nîştimanî, ji ber ku dibê sedema lawazbûna kiyana siyasî û aborî û bandorên wê yên li ser welat.