CivakRojev

Stanbulê 19 kes bi tohmeta arikariya PKKê hatin binçavkirin

Li  Stenbolê  di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de 19 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de berpirsên HDPê û rojnamevanên di medya nêzikî PKKê de jî hene.

Vê sibehê zû polis û hêzên asayîşê bi biryara dozerê Stanbulê ser gelek malan de girtin û lê gerin kirin. Di encama lêgerinan de 19 kes binçav kirin û ji bo lêpirsînê li gel xwe birin. Di nava kesên hatîn binçavkirin de, cîgirê serokê şeredariya navçeya Şişli Cihan Yavuz, hinek berpirsên HDPê yşn Stanbulê û rojnemevanên ku medya nêzikî PKKê de kar dikin hene.

Kesên hatine girtin bi alîkarîkirina ji bo PKK têne tohmetbar kirin.

Back to top button