Nivîsar

KUJTINA FERÎD û HELWESTA DENGÊ KAWAYÊ

Bi salan şûn da, piştî ku min di derheqê Ferîd da kitêbek nivisî, bi tesadufî ez rastî hejmara taybet ya hejmara yekê ya Dengê Kawayê hatim.
Li ser bergê kovarê resmê Ferîd heye. Min nivîsên heyşt rûpelên wê du-sê caran xwend, berga wê çarçove kir û bi dîwarê oda mala xwe ve daliqand. Her cara ku çavê min diçe ser resmê Ferîd, ez ji xwe ra dibêjim, gerek ez li ser wê naveroka Dengê kawayê tiştekî binivisînim.
Berê vê salekê, gava min biryar da ku ez carekê din li kitêba xwe ya ’’Xalê min Ferîd’’ vegerim û bi qasî ku ji destê min bê, ji alîyê ziman û gramatîk sererast bikim, di heman demê da min biryar da ku; li ser naveroka Dengê Kawayê jî hin tiştan binivisînim û weke beşek nû li kitêba xwe zêde bikim.
Tiştên ku li ser kuştina Ferîd, di Dengê Kawayê da hatîye nivisîn, bi her awayî giring in. Naveroka Dengê Kawayê, li gel nameya Mustafa Aksakal, di derheqê kuştina Ferîd da malûmatên giring radigihine me. Bi rêya wan malûmatan meriv dikare desenformasyon û texrîbatin sîyasî, rêxistinî û malbatî yên ku bi kuştina Ferîd ve destpê dikin, baştirîn fahm bike.
Ji vê nivîsê mebesta min tenê ev e, ne tiştekî din.
Di kitêb û nivisîn min da, navên pênc hevalên Ferîd gelek caran derbas dibin. Ibrahim Kureken, Adem Avcikiran, Huseyin Agaoglu, Mustafa Aksakal û Reşit Delek. Di nav Dengê Kawayê da, ev pênc kes pir nêzîkî Ferîd in û her yek bi awayekî bi bûyera kuştana Ferîd re têkildar in.
Di 22 Tesrînê da, li Dîyarbekirê wê nîşana Reşîd çêbe. Adem Avcikiran, Ibrahim Kureken, Huseyin Agaoglu, Ferîd, Ruhsar û qîza wan Yekbûn wê bi erebeya Adem, ji Swêregê biçin nîşana Reşîd. Gava Ferîd wê li erebeyê siwar bibe tê kuştin. Ibrahim Kureken wexta bûyer diqewime li Enqerê ye, bi derengî be jî digihîje şîna Ferîd.
Hewceye ku were gotin, Adem, Ibrahim, Mustafa Aksakal û hevalên din yên Dengê Kawayê, di dirêjihîya salan da li gor şert û mercên xwe li Ferîd xwedî derdikevin. Bi taybetî Adem û Ibrahim hema hema di her bîranîna Ferîd da li ber gora wî serê xwe ditewînin û wî bi bîr tînin. Mebesta min ji vê nivîsê ne ewe ku keda wan tune bikim yan jî wan dilşkestî bikim.
Mustefa Aksakal min ji Enqereyê nas dikir, şoreşgerekî dilxwaz û bi cesaret bû, çavê xwe ji tiştekî nedikuta. Li hemberî êrişên ulkucîyan hertim li pêşîyê bû. Di 22 Îlon 2014an da çû ser dilovanîya xwe. Wî bi hezkirin bi bîr tînim û serê xwe li ber ditewînim.
Mustafa Aksakal ji Curnê Reş e û yek ji rêberên Dengê Kawayê ye. Ew û Ferîd, di DDKDya Enqereyê da hevdu nas dikin. Dema grûpa Kawayê derdikeve qada sîyasetê ew û Ferîd bi hev ra ne. Bi demekê şûn da Kawa dibe du perçe, Kawa Red û Dengê Kawa. Ferîd û Mistefa cardin di grûpa Dengê Kawayê da bi hev ra kar dikin.
Di 22 Tesrînê da gava Ferîd tê kuştin, Mistefa li cîyê bûyerê ye. Bi Adem Avcikiran, Huseyin Agaoglu ra tev li ber apartmanê, li benda Ferîd, Ruhsar û Yekbûnê sekinîne.
Li ser daxwaza min, Mistefa di derheqê kuştina Ferîd û şahidîya xwe da ji min ra nameyek dişîne. Di nameya(05-10-2005) xwe da weha nivisîye:

-’’ Cenaze Babasinin evine goturuldugunde damlara cikan Siverekli kadinlarin zilgitlari arasinda (ben o gune kadar zilgitin dugunler benzeri yerlerde seslendirildigini biliyordum. Meger genc ve sevilen sayilan bir insaninda cenazesinde seslendirilirmish) -Kahrolsun Agalar- slogani atiliyordu. Bir muddet oncesinden Siverekte ve bolgede kara bulutlar dolashiyordu.
Ferit Uzunun shehid edilmesiyle kara bulutlar dahada yogunlashmishti. Bucaklarin, bu olayla yakindan veya uzaktan hic bir alakamiz yoktur, bu ishin faillerini bashka yerde arayin ve taziyede hazir olma isteklerini talep ettiler ve biz de uygun gorduk, bilahare taziye yerine gelip taziyelerini ilettiler.
Siverekin ozel koshulu, sol gelenekten gelen siyasi guruplar (biz dahil) kolayci yolu secmishtik. -Kahrolsun Agalar- Bundan kasit da esas olarak Bucak ailesiydi.’’

Di nameya xwe da, tiştê ku Mistefa destnîşan dike ev e; mala Bûcaxîyan ji me ra gotin, em dixwazin werin şîna Ferîd. Me daxwaza wan minasib dît û qebûl kir. Hatin li şîna me rûniştin û êşa me parve kirin. Wan merîyana gotin, ne ji nêzîk û ne jî ji dûr ve eleqeya me bi kuştina Ferîd tune ye, hûn ji xwe ra li cîyên din binêrin.
Ibrahim Kureken dibêje, mala Bûcaxîyan xwestin bên tazîyê lê me qebûl nekir. Ji bo çi Mistefa û Ibrahim bi awayên cuda dibêjin, nizanim.
Encamên ku ji gotinên Mistefa dertên ev in:
-Yek, mala Bûcaxîyan beşdarî tazîyê dibin. (Ibrahim dibêje, beşdar nabin, Pb.)
-Didu; mala Bûcaxîyan dibêjin, eleqeya me bi kuştina Ferîd tune ye. Ibrahim jî dibêje, mala Bûcaxîyan gotîye, eleqeya me kuştina Ferîd tune ye. Yanî, gotinên wan hevdu teyid dikin.
Di 23 Tesrîn 1978an da, ez enformasyonên ku PKKê destnîşan dikin, radigihinim Adem Avcikiran û Ibrahim Kureken. Ev jî dibe xala sisêyan.
Ev sê xalên giring yên ku ez li vir pêşkêş dikim, ne îdîa ne. Ev her sê xal ji alîyê Mustafa Aksakal, Adem Avcikiran û Ibrahim Kureken ve hatine teyîd kirin.
Niqteya ku bala meriva dikşîne ewe ku; di 26ê Kanûnê 1978an de, yanî 34 roj piştî kuştina Ferîd, kovara Dengê Kawayê hejmarek taybetî di derheqê kuştina Ferîd de diweşîne. Di rûpela şeşan da kujerên Ferîd weha tarîf dikin:


Bi kurdî:
–’’Ferîd, bi destê Kontrgerilla û xayînên milî(ji xayînên milî mebest mala Bûcaxîyan e.Pb.) ve hat kuştin.’’

Vê hejmara Dengê Kawayê du-sê cara dixwînim, di derheqê kuştina Ferîd da, rastî lêkolînek, delîlek, îfadeyek û şahidîyek nayêm. Di nav 34 rojan da, li ser şopa Bûcaxîyan û li ser şopa PKKê, çi lêkolîn çêkirin, çi encam bi dest xistin, di kovara Dengê Kawayê da xuya nabin. Tenê di cîyekî da dibêjin, di rojên pêş da, emê hemû detayên sûîqesta Ferîd eşkere bikin. Li gor gotina Îbrahim Kureken, hejmara diduyan jî derdikeve lê belê enformasyonek bi vî awayî cî nagire. Mixabin min nekarîbû hejmara diduyan bi dest bixim.
Gelo Dengê Kawayê, li ser çi sedeman mala Bûcaxîyan weke kujer îlan kirin?
Di derheqê vê pirsê da tiştekî konkret di kovara Dengê Kawayê da tune ye. Tenê di nameya(05-10-2005) Mustafa Aksakal da tiştekî weha derbas dibe:

-’’Genel olarak Siverekteki butun siyasi guruplar sol gelenekten geliyor ve bu nedenden dolayi Agalara ve ozel olarak da Bucak Ailesine karshi bir durush sergiliyorlardi. Bunun sonucudurki, Ferit Uzun ve hareketimiz Yildiz Bucakin Minut koyluleriyle olan Arazi ihtilafinda koylulerin yaninda yer almishti. Yine bildigim kadariyla, Feritin gorev yaptigi Ziraat dairesinde Yildiz Bucakin ekstradan gubre ve tohum talebini reddetmish, munakasha konusu olmushtu.’’

Bi kurdî.

-’’li gundê Minûtê, di navbera Yildiz Bûcax û gundîyan da nakokî çêbûbû, me piştgirîya gundîyan kir. Cardin, gava Yildiz Bûcaxê ji heqê zêtir dermanê zîreetê û toxim xwestibû û Ferîd ew daxwaza wê qebûl nekiribû û ji ber wê yekê di navbera wan da niqaşek çêbûbû.’’

Bi ya min, hemû lêkolîn, sedem, delîl ev in. Li ser van du bûyeran, Dengê Kawayê, ’’xayînên milî’’ yanî mala Bûcaxîyan weke kujerên Ferîd îlan dikin.
Di nav şînê da yek/du kes ji malmezinên me, ji rêberên Dengê Kawayê ra dibêjin, dibe ku TÎKOcîyan li Ferîd xistibe. Ibrahîm Kureken û reberên din yên Dengê Kawayê, vê helwesta wan bi awayekî din şîrove dikin. Ibrahim dibêje, me ji xwe ra got, ew naxwazin bi mala Bûcaxîyan ra werin hemberî hev, loma wisa dibêjin. Ibrahim detayên vê yekê ji min baştir dizane, eger bixwaze dikare binivisîne.
Di kovara Dengê Kawayê da pir zelal xuya dibe ku; enformasyonên min dabûn wan, avêtine paşguhê xwe. Li ser wan enformasyonên ku min dabû wan tu lêkolînek çênekirine, bi cîranên Ferîd ra, bi pismamê min yê dikandar Murad ra têkilî dananîn û carekê din li min venegerîyane. Di derheqê wan du kesên nenas da, bi derûdora xwe ra qis nekerine, nepirsîne û şopa wan neajotine.
Rahmeti Mustafa Aksakal di nameya(05–10-2005)xwe da weha dinivisîne:

-DDKD çevrelerinden bu işin Apocularin yaptigi iddialari(ve hemen sonra bu iddialari geri çekip susmalari)

-Bi kurdî:

  • ’’li gor derûdora DDKDyîyan yên ku Ferîd kuştibûn apocî bûn(lê dû ra xwe bêdeng kirin’’.

Halbûkî gerek Dengê Kawayê enformasyona ku me dabûn wan binirxînin, teyid bikin yan jî tekzîb bikin û ragihinin raya giştî. Yên ku biryar bigirin ew in, ne em in.
Mistefa di nameya xwe da, behsa enformasyonên ku min dabû Adem û Ibrahim nake. Ji bo çi behsa wê yekê nake, ez nizanim. Ihtimale ku Adem û Ibrahim ew enformasyona ku me dabû wan, bi Mistefa û rêvebirên Kawayê re parve nekiribûn ya jî ew enformasyon bi Mistefa û rêvebirên Kawayê re parve kiribûn û tev bi hev ra gihaştibûn wê encamê ku; enformasyonên ku me dabû wan ne rast in.
Îbrahîm dibêje, ew enformasyonên te da me, me bi hevalên xwe yên Dengê Kawayê re parve kir.
27 sal şûn da, dema ez kitêba xwe ya bi navê ’’Xalê min Ferîd’’ dinivisînim, Ibrahim jî di derheqê Ferîd da nivîsek dinivisîne. Di derheqê vê yekê da weha dibêje:

-’’Cenazeden bir gün sonra ise ben ve baska bir arkadasla görüsüp Ferit’in katillerini tarif etti.Dayisinin cenazesine gelmeyecek kadar karsi siyasi durusu olan birisinin isaretine de inanmak kolay degildi.Dogrusunu söylemek gerekirse o zaman Paşa’nin, dayisinin öldürülmesinden siyasi çikar sagladigini düsünmedik degil.’’

Bi Kurdî:
-’’Rojek piştî kuştina Ferîd, Paşa ji min û hevalekî(Adem Avcikiran, Pb.) ra kujerên Ferîd tarîf kir. Ji ber sekna xwe ya sîyasî nehatibû şîna xalê xwe, me nekarîbû bawerîya xwe pê bianîya. Li gor fikirê me, wî dixwest ji kuştina Ferîd menfaeta sîyasî werbigire…’’

Nivîsa Ibrahim gelek dirêje, hewce nabînim temamê nivîsê biweşînim. Beşa ku ji bo mijara kitêba min pêwendîdar e, diweşînim. Yên ku bixwazin dikarin ji ser înternetê xwe bigihînin temamê wê nivîsa Ibrahim. Ez bawer dikim, di kovara ’’Bîr’’ da jî ev nivîsa wî heye.
Rojekê, gava me bi hev ra suhbet dikir, min ev pirsa cardin jê pirsî. Min got, ji bo çi li ser enformasyonên ku min dabû we, hûn bêdeng man? Îbrahîm kêm zêde bersîvek weha da min:

-’’Li ser enformasyonên ku di 23 meha Tesrînê da te da me, em fikirîn û gîhaştin wê encamê ku hûn DDKDyî dixwazin em û apocî bi hev kevin û meydan ji we ra bimîne.’’

Bersîva Ibrahim bi serê xwe, awayê nêrîna wan, helwest û tevgera Dengê Kawayê bi balkêşî dîyar dike. Awayê nêrîna wan dibe sedem ku xwe li ser enformasyona me kûr nakin û şopa wê neajon. Di şûna wê da, di hejmara taybet ya Dengê Kawayê da dibêjin, kujerên Ferîd -xayînên milî- ne û ji bo heyfgirtinê wezîfe didin du endamên xwe. Bi demekê şûn da, dev ji tesbîta(kujer mala Bûcaxayan e) û biryara xwe ya heyfgirtinê berdidin û herdu endamên xwe yên ku ji bo heyfgirtinê wezîfedar kirine bi paş da dikşînin. Lê belê tesbîta xwe ya ku di kovara Dengê Kawayê da weşandine, tekzîb nakin û naguherînin. Di derheqê kujerên Ferîd da, nirxandinek nû, tesbîtek cuda ranagihinin raya giştî. Yanî çîroka, ’’ kujerên Ferîd xayînên milî ne’’ dewam dike.
Piştî sûîqesta PKKê ya li dij M. Celal Bûcax, şerê Swêregê destpê dike, M. Celal Bucak hîna li Enqereyê dimîne, Ibrahim Kureken, ji Dengê Kawayê veqetyaye û ew jî li Enqereyê dimîne. M. Celal Bucak ji Ibrahim ra xeber dişîne û dibêje, bila were mala min em hevdu bibînin. Îbrahim diçe mala wî, M. Cela Bucak, piçek behsa nerîna xwe dike û di derheqê kuştina Ferîd da bi kurtasî weha dibêje:

-’’Em ji we natirsin lê di kuştina Ferîd da tilîya me tune ye!’’

Bêguman Ibrahim detayên vê hevdîtinê ji min baştir dizane. Niqteya girîng ewe ku M. Celal Bucak carekê din tekrar dike ku tu eleqeya wan bi kuştina Ferîd nîne.

Nuha, tiştên ku min li jorê nivisîye ezê xulase bikim û encamên ku ji wan dertên xal bi xal binivisînim.

Yek; Gava Ferîd tê kuştin, xizmên Ferîd nabêjin, kujer mala Bûcaxîyan e.
Didu; Ji kuştina Ferîd heta nuha, tu li derekê PKKê bi fermî û niviskî negotîye, kujer mala Bûcaxîyan e û emê heyfê bigirin. Lê bi devkî, di nav xelkê da propongadeyek weha bi kar anîne.
Sisê; 23 Tesrînê, yanî rojek piştî kuştina Ferîd, enformasyonên ku PKKê destnîşan dikin, ez radigihinim Adem Avcikiran, Ibrahim Kureken û bi rêya wan Dengê Kawayê.
Çar; bi qasî ku em ji nameya Mustafa Aksakal têdigihîjin, di tazîyê da, bi devkî yanî bi sloganan kujerên Ferîd îlan dikin.
Pênc; Dengê Kawayê li ser enformasyonên me tê lêkolînek çênakin. Tenê nirxandinek subjektîv çêdikin. Paşa nehatîye şînê, pê bawerî nabe, ji ber wê yekê enformasyonên wî daye me manîpulasyon in
Şeş; di nav şînê da malmezinên me ji wan ra dibêjin, dibe ku TÎKOcîyan li Ferîd xistîye. Li ser vê jî lêkolînek çênakin. Di navbera xwe da dibêjin; evana naxwazin bi mala Bûcaxîyan ra werin rûyê hev, loma weha dibêjin.
Heft; 34 roj şûn da, Dengê Kawayê di kovara xwe da, bi awayekî fermî û niviskî kujerên Ferîd îlan dikin.
Heyşt; di kovarê da, bi fermî û niviskî ji raya giştî ra soz didin ku ewê detayên kuştina Ferîd di rojên pêş da eşkere bikin.
Neh; di rojên pêş da tiştek eşkere nakin û lêkolînek çênakin. Eger lêkolînek çêkiribin jî ranagihinin raya giştî.
Deh; piştî demekê, li ser analîzên subjektîv, kuştina Ferîd ji nû ve şîrova dikin û ji tesbît(kujerên Ferîd mala Bûcaxîyan e) û biryara xwe ya heyfgirtinê, çerx dikin. Du endamên xwe yên ku ji bo heyfgirtinê wezîfedar kirine, bi paş da dikşînin.
Yanzdeh; Bi qasî ku tê zanîn, vê çerxkirina xwe, bi tu awayî ji raya giştî ra nabêjin.
Nuha em gihaştin pirsa giring û giran.
Gelo ev helwesta Dengê Kawayê bi çi awayî bû sedemek giring ji bo desenformasyon, texrîbat û afirandina atmosferek minasib ji bo êrişa PKKê li dij M. Celan Bucak û herwiha şerê Swêregê?
Hewceye bê gotin ku; li gel vê helwesta Dengê Kawayê, gelek sedemên din yên cur bi cur jî di afirandina atmosferek minasib da rol leyîstin. Bûyerên şêlandin, fidye girtin, rehîn girtin, kuştin, şer û pevçûnên kom û komeleyên herêmî û bi taybetî jî propogandaya kevnehevalên min yên DDKDyî, ji wan sedeman qevdek in. Ku kevnehevalên min yên DDKDyî di nav xelk û endamên xwe da, bi taybetî li Swêregê propogandeyek xurt meşandin. Kevnehevalên min digotin; Paşa yekî eşîretçî ye, dixwaze heyfa Ferîd bigire loma ji me veqetîya ye. Heta bi salan şûn da yek ji wan bi navê Ali Buran kitêbek jî nivîsand û ji wê propogandaya hevalên xwe ra, cî, tarîx û şahid jî peyda kir. Alî dibêje, li Rihayê Paşa hat yazîxaneya min û ji min ra got, ezê heyfa Ferîd bigirim. Halbûkî tu cara ez neçûme yazîxaneya Ali. Dema ez ji partî û DDKDê veqetîyam, bi qasî 14/15 rûpelan min sedemên xwe yên îdeolojîk, sîyasî û rêxistinî, nivisî û teslîmî Mehmet Cibran(Şêxê) kir. Mixabin Şêxê heta nuha jî ji raya giştî ra behsa wê nekirîye.
Xulasa di navbera kom û komeleyên çepger yên Swêregê da reqabetek xurt heye. Bi saya wê reqabetê, tevgere kurd bi her awayî li Swêregê xurt dibe. Hemû babet beşên civatê dikevin nav liv û tevgerê. Ev pêşketin bala herkesî dikşîne. Li gel vê pêşketinê tevlihevîyekê jî destpê dike û roj bi roj bi roj xurt dibe. Di vê tevlihevîyê da herkes heye, dewlet, artêş, MIT, kontrgerîla, ulkucî, tirşikçî, eşîr, şer û pevçûnên kom û komelayan û hwd.
Li ser vê pirsê meriv dikare kitabek qelew binivisîne. Ji bo vê pirsê ezê du nimûneyan, yek malbatî û yek jî sîyasî pêşkêş dikim û nivîsa xwe bi dawî bînim.
Pêşî nimûneya malbatî:
Ez jî di nav da, xizmên Ferîd dibin muxatabê desenformasyon û hedefa êrişên mala Bûcaxîyan. Di raya giştî da weha tê nivisîn û weha tê gotin:
-Xizmên Ferîd(’’xizmên Ferîd’’ jî bi kar naînin, rasterast bi nav dikin. Mala Brodrêjan/Uzunlar dibêjin. Pb.) mala Bûcaxîyan weke kujerên Ferîd îlan kirin!
-Xizmên Ferîd xwe dan alîyê PKKê!
-Xizmên Ferîd, li dij mala Bûcaxîyan şer kir!
-Xizmên Ferîd çima kujeran eşkere nake û hwd.!
Ferîd ne serokeşîr bû, Ferîd ne axa bû, Ferîd ne beg bû! Ferîd şoreşger bû, Ferîd sîyasî bû, Ferîd bi rêxistin bû, navê rêxistina wî Dengê Kawayê bû, Ferîd yek ji serokên dengê Kawayê bû!
Gelo navnîşana hesab û van pirsan ne Dengê Kawayê ye?

Di 30 Tîrmeh 1979 da, yanî salek piştî kuştina Ferîd, li gundê Bazin(Kirbaşi)ê PKKyî êrişî Mehmet Celal Bucak dikin. Xizmên Ferîd xwe di vê bûyerê da teref nabînin, ji ber wê yekê, kes xwe napê û xwe naparêze, weke hertim bi karên xwe yên rojanê mijûl dibin û li nav bajêr serbest digerin.
Dikana berberîyê ya pismamên min Ali Uzun û Mehmet Uzun li kuçeya Qeleboxazîyê ye. Yek/du hefte piştî êrişa PKKê, tirşikçîyên mala Bûcaxîyan wan herduyan di nav dikanê da gulebaran dikin. Ali, bi birînên sivik xelas dibe, Mihemed bi birînên giran ji mirinê vedigere.
Piştî vê erişê, xizmên Ferîd têdigihîjin ku êdî ew hedef in. Dest ji karûbarên xwe yên rojane berdidin û xwe li hundirê malê hepis dikin. Yên ku hikma wan heye, xwe bi çek dikin û mal û malbatên xwe diparizin. Bi piştgirîya dewletê, erişên mala Bûcaxîyan, gav bi gav dewam dike. Heta 12 îlonê û piştî 12 îlonê, ji her emrê û ji her cinsiyetê xizmên me, ciwan, dê û bav û heta heta rîhsipîyên me jî tên girtin, ji eşkenceyan derbas dibin û dikevin hepsan.

Encam; Dengê Kawayê, mala Bûcaxîyan weke kujerên Ferîd îlan dikin, xizmên Ferîd dibin hedefê êrişan û Dengê Kawayê li meydanê xuya nakin.

Nimûneya sîyasî:
Fuat Kaw, yek ji hevalên min yê hepsa 5nolî ye, di hicreyên bloka 35an da min ew nas kir. Ez rastî nivîsek wî hatim, nivîsa wî pir direj e. Tenê ezê beşa ku ji min ra pêwendîdar e, li vê derê pêşkêş bikim.
Hilvan-Siverek Direnişi, Özgür Gundem 27 Kasım 2012, Fuad weha dinivisîne:
-PKK, daha ilk yıllarında oldukça önemli tarihsel gelişmeleri sağlar. Adeta her şeye sıfırdan başlar ve bu nedenle attığı her adım Kürdistan tarihinde bir ilk olarak yaşam bulur. Bu tarihi adımlar 1978-1980 yılları arasında çok daha derin bir biçimde yaşanır… 27 Kasım 1978 tarihinde yapılan PKK Kuruluş Kongresi, bu döneminin en güçlü adımlarından birisi olur.
Hilvan-Siverek direnişi bu tarihi adımlardan birisi olur.
Evet, Kürtler burada, Özgürlük Hareketi’nin şahsında feodal ve sömürgeciliğin en çok derinleştiği önce Hilvan’da sonra da Siverek’te ilk silahlı mücadele adımını atar. Bu ilk devrimci silahlı mücadele, ulusal kurtuluş kavgasında halk savaşının başlangıcını oluşturur. Başta Halil ÇAVGUN, Salih KANDAL ve Cuma TAK olmak üzere onlarca devrimcinin direnişiyle gelişen bu mücadele, geniş halk kitlelerini kitleler halinde devrime çekerek, hareketi yaygın bir halk hareketi haline getirir.
Hilvan ve Siverek direnişi başta Riha ve çevresi olmak üzere tüm Kürdistan’ı etkiler… Hareket kadrolaşarak gelişir. Denilebilir ki hareket, Hilvan ve Siverek direnişi ile partileşmiş olur. 30 Temmuz 1979’da Kırbaşı köyünde Bucak’a karşı gerçekleştirilen eylemle Siverek direnişinin startını veren Özgürlük Hareketi, nasıl ki Hilvan direnişiyle partileştiyse, Siverek direnişiyle de ulusallaşma yolunda önemli bir adım atmış olur.
Fuad çi dibêje?
Fuad dibêje, PKKÊ, pêşî li Curnê Reş û dû re li Swêregê, dest bi şerê çekdarî kir.
Fuad dibêje, di şerê Curnê reş da PKK bû partî.
Fuad dibêje, di şerê Swêregê da PKK bû rêxistinek netewî.
Fuad dibêje, şerê Curnê Reş û Swêregê bû destpêka şerê gel.
Tiştê ku meriv lê zêde bike heye?
Tenê niqteyek; wê demê digotin, kurdistana yekgirtî û serbixwe û nuha jî dibêjin, eger hinek dewleta kurd ava bikin, emê li hember wan rabin û radibin.

Di sala 2020î da rêxistinek bi navê Dengê Kawayê tune ye. Ji bo çi min ev tiştên hanê nivisîn?
Êdî gava çavê min biçe ser resmê Ferîd ya ku min bi dîwarê odeya mala xwe ve daliqandîye, ezê ji xwe ra bibêjim, min nivîsand, hew.
25/11-2020
Paşa Brodrêj

Back to top button