Civak

Spor jî lewitandine

Li Tirkiye ji berî du rojan di warê werzijî de  operasyonek gelek berfireh hate kirin. Serokê kluba Fenerbahçe Azizi Yildirim û 49 kesên berpirsên bilind yên fotbolê û hinek jî leyiztikvan hatin girtin. Di nav girtiyan de hinek kesên ku di doza Ergenekonê de tên darizandin jî hene. Bi awayekî ev bûyer girêdanek bi rêxistina terorist a ergenekonê ve jî heye.

Tê gotin ku, ew dozerê di serî de doza Ergenekonê destpêkirî û cara yekem general girtîn  bi xwe serweriya vê operasyona werzijî dike. Dîrektorê Teknik yê Ekîşehîrspor Bulent Uygun jî hatiye girtin û ew di doza Ergenekonê de jî tawanbareke.

Li gora destura ku meha Nîsana 2011-ê hatî guhertin, ev kes hatine binçavkirin. Eger tawanbariya wan ispat bibe heta 12 salan cezayê girtigehê û cezayek mezin yê peran jî heye.

Back to top button