Civak

spasî û xemgînî

Spasî Hêjayan dost, heval û hemû edîtorên çapemeniya-malperên Kurdî ! Ji ber ku we di van gelek salên bihûrî de destûr da min, ez bikaribim gotar-nêrîn-berhevkirinê xwe bișînime ser e-maîlên we rêzdaran, gelekan ji we jî bi dilekî Kurdperweriyê ez rexnekirime, serê xwe bi kêmasî û sererastkirina nivîsandina min ra êșandiye, dûre hinekan ji we bi dilxweșî ew di quncikên çapemeniya-malperên xwe de weșandine û hêjî piraniya wan di xizna xwe de diparêzên, ez we tevan bi can û dil spasdikim. XemgînîDost, heval û hemû edîtorên çapemeniya-malperên Kurdî yên birêz, ez zahf xemgînim ku niha derê gelek çapemenî û malperên Kurdî jî hatine qefilkirin û tu kes nikare êdî ji arșîva wan a berê jî fêdebike!Ji ber van sedeman ez jî nêçar mam ku, bala xwe berdime ser torên mediyayên di yên mîna https://www.facebook.com ê û we dost nasan agahdara bibêjim, êdî pêwîst ku ez gotar-nêrînberhevkirinê xwe bișînime ser e-maîlên we rêzdaran ne maye.Ezê ji niha pê ve li goriya derfet û zanîna xwe, hemû gotar-nêrîn-berhevkirinê xwe, bin navê Xemxwarê Êzdîtiyê di https://www.facebook.com ê pêșkêșî we dost, heval û xwandevanên hêja bikim.Ez hêvîdar im ku piraniya we jî bikarîbin wan pêwendiyên xwe, yên ku li ber dilê min pir ezîzin, di https://www.facebook.com/xemxare.ezdi ê û bi min ra hîna gurtir berdewam bikin !Gelek silav û rêz, Kemal Tolan- berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdiyatiyê

Back to top button