Kurdistanmedia: Ofîsa “Pêwendiyan” a PDKÎ li Hewlêrê, derheq çewtekariyên KNN’ê, rohnkirinek bo raya giştî belav kir.Deqa vê rohnkirinê bi vî awayî ye:Di roja 04.07.2016’an de, raporek di malper û kanala televîzyonî ya KNN’ê de hate belavkirin, ku tê de îşare bi malpera “Dengî Kurdistan” hatiye kirin, û ji zimanê Mihemedsalih Qadirî nûnerê PDKÎ li Hewlêrê ve, gotinên dûr ji ratsiyê, û di heman demê de armancdar li jêr navê “du pirojeyên Si’ûdî û Qeterê li dijî Kurd eşkere dibin” hatiye belavkirin.Em bi navê Ofîsa “Pêwendiyan” a PDKÎ li Hewlêrê radigehînin, ku axivtineke bi vî rengî ku nîşana vê naverokê be, ji aliyê me ve tunebûye, lewra em radigehînin ku serûbinê vê raporê, heya vî cihî ku pêwendî bi me ve hebe, dûr e ji rastî, û em ret dikin.Bingeh û pirensîpa sereke ya her ragehandineke berpirsyar, gehandina zanyariyên dirust û dûr ji çewtekariyan bo raya giştî ye.Eva di demekê de ye ku rapora KNN’ê bi her meremeke siyasî û armancdar hatibe darêtin, dûr e ji rastiyan, û wekî çewtekarî, lekedarkirin û pirsyarxistina ser xebata rewa ya Rojhilata Kurdistanê di vê dema hestiyar de tê hesibandin.PDKÎOfîsa PêwendiyanMihemedsalih Qadirî
Pêş
09/11/2024
Ensarioglu: Ger PKK ji holê rabe, hewcedarî bi qeyûman namîne
09/11/2024
Salici: Siyaseta CHPê di nava rêxistine de bûye sedemê minaqeşeyan
Balkêş e ?
Close